
Li Nisêbînê 'Mihrîcana Çand û Hunerê' tê lidarxistin
- 11:22 7 Cotmeh 2025
- Çand û Huner
MÊRDÎN - Şaredariya Nisêbînê dê di navbera 11-14'ê Cotmehê de "Mihrîcana Çand û Hunerê" li dar bixe.
Şaredariya Nisêbînê a Mêrdînê dê di navbera 11-14'ê Cotmehê de "Mîhrîcana Çand û Hunerê" li dar bixe. Mîhrîcan çar rojî, ku li cihê berê yê Cejna Newrozê tê lidarxistin, dê di 11'ê Cotmehê de bi derketina ser dikê ya hunermend Suavi dest pê bike. Hamit Karadeniz û Koma Rengîn dê di roja duyemîn a festîvalê de derkevin ser dikê. Koma Hinek Henek dê di 13'ê Cotmehê de derkeve ser dikê.
Festîval dê di 14'ê Cotmehê de bi derketina ser dikê ya hunermend Rojda bi dawî bibe.