
Evîn Kiliç ya OHD’î: Bêyî pêvajoya qanûnî pirsgirêk nayên çareserkirin
- 09:05 2 Cotmeh 2025
- Hiqûq
WAN - Evîn Kiliç a OHD’î binpêkirinên mafan ên li girtîgehan vegot û da zanîn ku divê pirsgirêkên kronîk yên li girtîgehan bên çareserkirin û got: “Heta ev di alî qanûnî de pêk neyên wê pirsgirêk çareser nebin.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga ‘aştî û civaka demokratîk kir’ û di çarçoveya pêvajoyê de gavên girîng hatin avêtin. Lê hîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî pêk nehatiye û ev jî bi xwe re şîroveyên neyînî tîne. Tê payin ku mekanîzmayên dewletê ji bo avabûna zemîna siyasî û hiqûqî gavên şênber bavêje.
Endama Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê Evîn Kiliç der barê mijarê de axivî.
Li girtîgehan pirsgirêka yek tîp
Evîn Kiliç da zanîn ku li girtîgehan sedema pirsgirêkên ku jin dijîn ev e ku girtîgeh li gorî mêran bi taybet hatine dîzaynkirin û got: “Li girtîgeha Tîpa T ya Wanê ev tê dîtin. Me li girtîgehê bi jinan re hevdîtin kirin. Xurekên kantînan li gorî mêran tînin. Şampuan, deterjan û her wekê din yek tîpin. Jin nikarin xwe bigihînin pedan. Yên tînin jî bê kalîte ne. Markaya dixwazin nayê. Girtiyan bi hevkariya parêzerên xwe daxwaz kirin lê yek jî nehat çareserkirin.”
‘5-6 mehan carê sewqê nexweşxaneyê dikin’
Evîn Kiliç destnîşan kir ku girtî nikarin xwe bigihînin xizmeta tenduristiyê û wiha daxuyand: “5-6 mehan carê sewqên ji bo nexweşxaneyê tên kirin. Muvekîla min Berna Nergîz nexwş e. Pirsgirêka wê ya alerjîk heye. Demek dirêje di alî çûyîna nexweşxaneyê de pirsgirêkan dijî. Girtiyên rojên 8’ê Adar 21’ê Adarê pîroz kirin cezayê dîsîplînê li wan hat birîn. Naverokên cezayên dîsîplînê ne li gorî hiqûqê ne. Ji aliyê Lijneya Şopandinê ve tên dayîn. Bi armanca tirsê biafirînin dikin.”
‘Lijne li Wanê cuda li Enqereyê cuda ye’
Evîn Kiliç dema ku Lijneyên Îdarî û Şopandinê ketine meriyetê bibîr anî û got ev lijne li dijî hiqûqê ketine meriyetê û wiha bi lêv kir: “Lijneyên Îdarî û Şopandinê ji girtiyan re dibêjin ‘te çima ev pirtûk xwend, te çima ev radyo guhdar kir, tu poşmanî an na?’. Ev lijneyên li dijî hiqûqê ne divê li gorî rêbazên hiqûqî bin. Lijneyên li girtîgeha Sîncanê cuda, li Wanê cuda li Kayseriyê cuda ne. Ev jî nîşan dide ku endamên lijneyê ne hiqûqnasin û li gorî rêgezan tevnagerin.”
Du girtiyên nexweş
Evîn Kiliç di berdewamiyê de diyar kir ku li girtîgeha Tîpa T ya Wanê du girtiyên jin ên nexweşiya wan pêş ketine hene û wiha bi lêv kir: “Berma Nergîs û Felem Akel nexweşin. Berma Nergîs di alî sewqkirina nexweşxaneyê de pirsgirêkan dijî û bi mehane dipê ku biçe nexweşxaneyê. Felem Akel tevî pirsgirêkên wê yên cidî hene jî ATK’ê rapora dikare li girtîgehê bimîne daye û tahliyeya wê tê astengkirin. Di vê pêvajoya de divê dawî li van pêkanînan bê û heta pêvajoya qanûnî tunebe pirsgirêk jî nikarin bên çareserkirin.”