
Li Îranê binçavkirina kêfî:Jina Beluc li şûna birayê hat binçavkirin
- 19:06 2 Cotmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîneyên Îstîxbaratê ya Îranê jina bi navê Reyhane Irandaganî li şûna birayê wê binçav kirin.
Yekîneyên Îstîxbaratê ya Îranê îro li herêma Golşahr a Çabaharê bi ser malekê de girt. Di serdegirtinê de jina bi navê Reyhane Irandaganî ya 21 salî li şûna birayê wê hat binçavkirin.
Li gorî nûçeya Jinhayê serdegirtinbi dironeyê pêk hatiye û ji ber birayê Reyhane Irandaganî ne li malê bûye ew binçavkirine.
Der barê sûcdariyên hatine kirin de hîna daxuyaniyek hatiye dayîn.