Ji bo Suzan Elîk daxuyanî: Divê gumanbar hesab bide
- 20:34 2 Cotmeh 2025
- Rojane
STENBOL - Meclîsa Jinan a DEM Partiyê û TJA’yê ji bo Suzan Elîk ku gumanbar Yunus Elîk, hewl da qetil bike, li ber nexwexaneyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wê têkoşîna xwe mezin bikin û hesabê Suzanê bipirsin.
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demorkasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) der barê Suzan Elîk ku ji aliyê Yunus Elîk yê pê re di asta destberdanê de bû hewl hat bê qetilkirin, li ber nexweşxaneya îlhan Varank a Bajar a Sancaktepeyê daxuyanî dan. Jinan bê navber dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ berz kirin. Hevseroka DEM partî ya Sancaktepeyê Ayşe Çîftçî daxuyanî xwend.
Ayşe Çîftçî got ew ji bo Suzan Elîk ya di êrîşa gumanbar de bi biranî birîndar bûye li hatine gel hev û got: “Ji ber qanûnên ku jinan naparêzin jin tundiyê dibînin. Gumanbar ji van polîtîkayan hêzê digirin. Malbat aSuzanê jî di bin tehîdê ye. Di reşweke neyînî de yên ku gumanbar Yunus Elîk nedîtine berpirsin. Peymana Stnebolê pêk bihata wê gumanbaran evqas hêz negirtiba. Deshtilatdarî li şûna jiyana jinan biparêze hedef nîşan dide. Em ê hesabê Suzanê bipirsin. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin.”
Endama meclîsa DBP’ê Çîçek Ariç jî daxuyakirin ku ew gelek bi hêrsin û got: “Bila jin di piştevniyê de bin. Jin li her derê tên qetilkirin. Em ê destur nedin van qetilkirin.
Xwişka Suzan Elîk, N.O jî bang li rayedaran kir ku gumanbar demek nêz de bê girtin û li ber edaletê hesab bide.
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.