Platforma Saziyên Demokratîk: Em ê ji bo azadiya gelan bimeşin

  • 14:06 7 Cotmeh 2025
  • Rojane
AMED - Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê derbarê “Meşa Azadiyê” ku dê li dijî Komploya 9'ê Cotmehê were lidarxistin, daxuyaniya çapemeniyê da û got: “Em ê ji bo azadiya gelan bimeşin.”
 
Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê bi boneya Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye pêkanîn, dê di 9'ê Cotmehê saet 16:30'an de li Qada Şêx Seîd a Amedê “Meşa Azadiyê” li dar bixe. Platformê têkildarî meşê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. 
 
Daxuyanî li avahiyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hat lidarxistin û pankarta “Bi Rêbertiya Azad Ber Bi Civaka Azad Ve” hat vekirin. Tirkiya daxuyaniyê Hevserokê DEM Partiyê yê Amed Abbas Şahîn, Kurdiya wê jî Aktîvîsta TJA'yê Gulîstan Sarili xwend.
 
Hevserokê DEM Partiyê ê Amedê Abbas Şahîn di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya “Meşa Azadiyê” û wiha got: “Komploya ku 9ê Cotmehê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û 26 sal tecrid li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat sepandin. Bi wan şert û mercên giran Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe gihand gel, têkiliya xwe qut nekir. Ji bo civaka demokratîk divê derfet bên avakirin. Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şert û mercên xebata azad divê bên avakirin. Em di 9ê cotmehê de ji bo Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qada Şêx Seîd dimeşin. Em her kesê vedixwînin meşa xwe.”
 
Aktîvîsta TJA'yê Gulîstan Sarili jî bal kişand ser Meşa Azadiyê û ev tişt gotin: “Hûn jî dizanin 26 sal berê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komploya navneteweyî hat pêkanîn. Em li dijî komploya di 9ê Cotmehê saet 16:30an de li qada Şêx Seîd dest bi meşê dikin. Daxwaza me ew e ku gelê me bila beşdarî meşa me bibe. Mêşê em wek Platforma Saziyên Demokratîk pêk tînin. Ji bo azadiya girtiyên me em ê li qadan bin. Ji bo jiyaneke azad û xweş, em ê bimeşin.”