'Azadiya Abdullah Ocalan ezmûna hiqûqê ya Tirkiyeyê ye'

  • 09:03 8 Cotmeh 2025
  • Rojane
  
Melek Avci
 
ENQERE- Nûnera IPPNW’ê Gîsela Penteker der barê salvegera komployê de axivî û got: “Azadiya Abdullah Ocalan  ji bo çarseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd û demokrasiya Tirkiyeyê gelek girîng e.”
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9’ê cotmeha 1998’an de bi komploya navneteweyî ji Sûriyeyê hat derxistin û di ser re 27 sal derbas bûn. Abdullah Ocalan piştî ji Sûriyeyê hat derxistin di 15’ê Sibata 1999’an de bi hevkariya navnetweyî ji Balafirgeha Naîrobî hat revandin.
Abdullah Ocalan 16’ê Sibatê anînTirkiyeyê û 26 sal e li Îmraliyê di bin tecrîdê de ye. Bi diyaloga aştî û çarseriyê ya bi Tirkiyeyê re ev tecrîd kismî bê jî hat rakirin jî daxwaza mafê hevdîtinê û mafê hêviyê tê payîn.
 
Ji bo azadiya Abdullah Ocalan ji Serokê Komîteya Wezîzran a Konseya Ewropayê (KWKE)   Xavîer Bettel name hatibû nivîsin û yek ji kesên îmze avêt nameyê Nûnera Tirkiyeyê ya Hekîmên Navneteweyî ya Ji bo Pêşîgirtina Şerê Nukleerê (IPPNW) Gîsela Penteker bû. Gîsela Penteker der barê Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de axivî.
 
‘Hedef têkoşîna azadiyê ye’
 
Gîsela Penteker da zanîn ku bi komploya navneteweyî ya pêk haitye têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd hedef hatiye girtin û got: “Di bin agahiya Ewropa û Amerîkayê de komploya navneteweyî pêk hat. Li gorî min hedef têkoşîna azadiya gelê Kurd bû.”
 
‘Binpêkirina herî giran ji nedîtîve tê’
 
Gîsela Penteker daxuyakirin ku civaka navneteweyeyî dizane ku di mijara mafê mirovan û rêgezên edaletê de li hember Kurdan cotstandardî pêk tê. Gîsela Penteker wiha got: “ Dewletên Ewropayê daxwaza starbûnê ya Ocalan red kirin. Dema Îtalyayê ev daxwaza starbûnê qebûl kir, pir dereng bû. Saziyên navneteweyî dema ji bo berjewendiyên xwe vê wek alav b ikar tîne. Di rewşên din de jî binpêkirinên mafan yên cidî ji nedîtîve tên.”
 
‘Hikûmet rîska ku Erdogan hêrs bibe nagire ser xwe’
 
Gîsela Penteker destnîşan kir ku demorkasiya rojava ku retorîka ‘mafê mirovan’ didomîne, di mijara tecrîda giran a li Îmraiyê de bêdeng dimînin û wiha dirêjî dayê: “Rola Tirkiyeyê ya di qada navneteweyî de ji bo wan evqas girînge ku rîska ku Erdogan hêrs bibe naxwazin bigirin ser xwe.”
 
‘Fikrên Ocalan dikarin guherînek erênî bikin’
 
Gîsela Penteker wiha dirêjî dayê: “Min fikrên Abdulla Ocalan cara yekemîn di salên 90’î de nas kirin. Min dît ku paradîgma wî ya civaka demorkatîk li Bakur civaka Kurd çawa guhertiye.Fikrên wî ji bo civakek aştiyane dikare bibin îlham. Fikrên Ocalan dikarin li Rojhilata Navîn guherînek erênî bikin.Torên piştevaniya navneteweyî ya bi têkoşîna azadiya gelê Kurd re li hinek  cîhan qels dimîne. Zextên dîplomatîk li tu derê têr ankin.  Serokomarê Tirkiyeyê  ligorî xwe dikare tevbigere.”
 
Ezmûna Tirkiyeyê ya azadiya Abdullah Ocalan
 
Gîsela Penteker  diyar kir ku azadiya Abdullah Ocalan di pêvajoya çareseriya demokratîk a Tirkiyeyê de qoxanek girînge û wiha bi dawî kir: “AzaiyaAbdullah Ocalan ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd û demokrastiya Tirkiyeyê gelek girînge. Dema em tecrîda 26 salan li ber çavan bigirin, hiqûqa navnetweyî ezmûnek cidî daye.  Hiqûqa navneteweyî  derdixe holê ku binpêkirina mafe Ocalan ne mijareke ku cidî bê girtinê ye. Li gorî min mekanîzmayên mafê mirovan ên Ewropayê vê mijarê baş nagire dest.”