Li ser bedena Rojîn Kabaîş li du deverên cuda DNA hat tespîtkirin

  • 17:42 11 Cotmeh 2025
  • Rojane
AMED - Di lêpirsîna Rojîn Kabaîşê de, rapora ATK'ê ya têkildarî mînakên DNA'yê, daxilî dosyeyê hatin kirin. Parêzeran, daxuyand ku bi rapora ATK'ê re îhtimala êrişa zayendî derketiye holê. 
 
Têkildarî mirina biguman xwnedekara pola yekem a Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Rojîn Kabaîşê de geşedaneke nû rû da. Baroyên Wan û Amedê, têkildarî dosyeya lêpirsînê li Baroya Amedê daxuyanî dan. Parêzera malbata Kabaîşê Zeynep Demîrê got: "Em tenê ne ji bo Rojînê, ji bo hemû jinên ku delîlên wan hatine windakirin têdikoşin. Di dosyeya Rojînê de, ji roja ewil ve têgihiştina xwekuştinê hebû." 
 
Zeynep Demîr da zanîn ku rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) a der barê DNA'ya du meran de gihîştiye wan û got: "Mînaka DNA'yê ya ewil li herêma sternal a Rojîn Kabaîş, yanî li devera pêsîra wê hatibû tespîtkirin. Mînaka duyan jî li devera vajînayê hatibû tespîtkirin." 
 
Zeynep Demîr destnîşan kir ku bi rapora ATK'ê re îhtimala êrişa zayendî dekretiye holê û got ku divê dosye ji nû ve bê nirxandin. Zeynep Demîr anî ziman ku ji ber îhmalkariyê ew ê giliyê ATK'ê bikin.