
Jiyaneke ji gund ber bi bajêr ve
- 09:02 13 Cotmeh 2025
- Jiyan
Buşra Turan
WAN - Zahîde Çalişir bi hilweşandin û şewitandina gundan re ji gundê Nar koçî Wanê dike. Zahîde Çalişir zor û zehmetiyên jiyanê û têkoşîna debarê wiha vegot: “Gundê me hilweşiya. Piştre em derbasî avahiyan bûn. Em 21 salî li wir jiyan niha ew jî tên hilweşandin.”
Li Kurdistanê di salên 1990’î de ji ber pevçûnên hatin jiyîn bi hezaran gund ji aliyê leşkeran ve hatin valakirin û şewitandin. Yek ji cihê ku pevçûn lê zêde hatin jiyîn taxa Şax a Wanê bû. Ji aliyê leşkeran ve hewl hat dayîn ku Gundên Beregûnd, Koran, Bêzans, Nar, Bilîsavar, Martans, Xaçans, Nikus, Şîmcal, Mendaşk, Êzdînan û Batkan bên valakirin. Lê gundî tevî zextan ji gund derneketin û serokwezîrê demî Bulent Ecevît li dijî vê projeya ‘Koykent’ da destpêkirin. Di vê çarçoveyê de ji bo 12 gundên herêma Êzdînan di 1990’î de 380 avahî hatin çêkirin. Di 1998’an de jî gundî li van avahiyan hatin bicihkirin. 24 sal şûnde gundî niha ji ber ku xaniyên wan veguherîne xerabeyan neçar dimînin koç bikin.
‘Projeya ‘koykent’
Yek ji gundê di 1998’an de di çarçoveya projeya ‘koykent’ de tê xwestin bê valakirin gundê Nar e. Zahîde Çalişir da zanîn ku bi salan berê neçar mane ji gundê xwe derkevin. Zahîde Çalişir der barê zor û zehmetiyên jiyanê û têkoşîna dimeşînin de axivî.
Ji hilweşandina gundekî yên mane
Zahîde Çalişir daxuyakirin ku gundê wan gelek xweş bûye û wiha dirêjî dayê: “Navê gundê me Nar bû. Hat hilweşandin. Sewalên me hebûn. Em derbasî avahiyan bûn. 21 salî em li wir man. Lê avahiyên me hilweşiyan. Ava me tunebû. Dibistan tunebû. Zarok nikaribûn biçin dibistanê. Sewalên me pir bûn. Me êm ji derve digirt. Ji ber me nikaribû debara xwe bikin em hatin Wanê.”
Zahîde Çalişir destnîşan kir ku piştî koçî Wanê kirine jiyan hêsan nebûye û ev tişt bi lêv kir: “Em payîzê hatin vir lê hîna me pereyê xwe negirtiye. Bi israra kurê xwe me bizin girtin. Em niha bi şîrê wan penîr û mast çêdikin. Lê ji ber pirsgirêkên tendurisityê ez pir zor û zehmetiyê dikşînim.”
‘Dema em diçin gund tiştekî em bikin tuneye’
Zahîde Çalişir di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Dema em diçin gundê xwe tiştekî em bikin tuneye. Berê xweş bû niha tiştek nemaye. Şînahî nemaye. Em nikarin pez biçêrînin. Zozanên me berê xweş bûn. Em sê mehan li wir diman lê êdî ne wek berê ye. Me pir êş û zehmetî kişandin.”