Dê bi kampanyayê daxwazên xwe bînin ziman

  • 09:15 13 Cotmeh 2025
  • Rojane
Derya Ren 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka Komîteya Perwredehiya Kongra Star a Qamişloyê Rohilat Mislim der barê "Konferansa yekitiya jinan" a  di rojên borî de li Hesekê pêk hat û "Kampanyaya Sûriyeyek azad û demokratîk" a encama wê de hatiye destpêkirin de axivî û got: “Em wek jin Sûriyeyek çawa dixwazin wê vebêjin.”
 
Kongra Star û Koma Jinana Zenubya li bajarê Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşmeya "Yekitiya jinan, hîmê avakirina demokrasî û edaletê ya li Sûriyeyê" di 20’ê Îlonê de konferans pêk anî. 600 delege tevli konferansê bûn û di serî de parastina mafê jinan gelek biryar hatin girtin. Di nava biryarên hatine girtin de ji bo Sûriyeyek navenda wê tuneye biryara kampanya navneteweyî  hat girtin.
 
Kongra Star û Koma Jinan a Zenubiya di encama biryarên girtin de di duh, "Kampanyaya Sûriyeyek azad û demokratîk" ku heta 12’yê Mijdarê wê bidome da destpêkirin. Çarçoveya kampanyayê de tê hedefkirin ku ji bo avakirina koalîsyona jinan a neteweyî bi jinên Sûriyeyê re bên gel hev, ji bo desturek bingehîn a demokratîk têkoşîn, tora piştevaniyê ya jinan a navneteweyî tê hedef kirin.
 
Kongra Star û Civaka Jinan a Zenubiya, di çarçoveya kampanyayê de wê hevdîtinên jinan pêk bîne.
 
Berdevka Komîteya Perwredehiya Kongra Star a Qamişloyê Rohilat Mislim der barê "Konferansa yekitiya jinan" a  di rojên borî de li Hesekê pêk hat û "Kampanyaya Sûriyeyek azad û demokratîk" a encama wê de hatiye destpêkirin de axivî.
 
Mijara esas a konferansê: Yekitiya jinan
 
Rohilat Mislim da zanîn ku yekem car bi vê armancê konferans tê kirin û der barê girîngiya konferansê de jî wiha got: “Di konferansê de yek ji mijara sereke ya hat nîqaşkirin yekitiya jinan bû. Di mijara pêşniyar û çareseriyê de yekitiya fikr û nêrîn derket pêş. Yek ji mijara din cihê jinê ya di Sûriyeya nû de bû. Êşa jinên li Sûriyeyê û bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn yek e. êşên civakî, siyasî û aborî yekin. Di vê nokteyê de nirxandin hatin kirin, biryar hatin girtin.”
 
Li seranserê Sûriyeyê peyama konferansa jinan
 
Rohilat Mislim daxuyakirin ku jinê xwestin li Şoreşa Rojava ava bikin bedelên mezin dane û ev tişt bi lêv kir: “Gelek jin bi destdirêjî, mirin, tehdîdan re hatin rû hev. Lê ligel vê rastiyeke ku jinan têkoşîna xwe mezin kir heye. Di konferansê de êşên hatine kişandin berxwedana hatiye dayîn hat axaftin. Di encamnameya konferansê de yek ji mijara derket pêş ev ku jin li seranserê Sûriyeyê konferansekê pêk bînin bû. Hat diyarkirin ku divê jin di hikûmetê de cih bigirin, ji sedî 20 sînor nemînin û ji sedî 50 jin bin.”
 
Girîngiya perwerdehî û parastina cewherî
 
Rohilat Mislim balişand ser qada perwerdehiyê û daxuyakirin ku divê jin di qada perwerdehiyê de hîn bêtir berpirsyariyê bigirin û wiha anî ziman: “Jin seransrê dîrokê bê parastin hatine hiştin û her tim bin parastina mêran de mane. Di mijara parastina cewherî de rolên mezin dikevin ser milê jinan. Li ijî êrîşan li ser girîngiya parastina cewherî hat sekinanidn. Daxwaza jinan ev bû ku li Sûriyeyê seknek bi îstîkrar bê nîşandan.”
 
Armanca kampanyayê
 
Rohilat Mislim der barê kampanya li seranserê cîhanê hatiye destpêkirin de jî axivî û ev tişt got: “Em bi vê kampanyayê dixwazin wek jin Sûriyeyek çawa dixwazin vebêjin. Ji bo destkeftiyên jinan winda nebin û yên nû lê bên zêdekirin wê nexşerêyek bê xêzkirin. Li aliyê din jî wê tecrubeyên têkoşîna jinan a li Rojava bê vegotin û xwedîderketina li şoreşê jî wê di çarçoveya kampanyayê de bê meşandin.”