Yekem firina jinan li Zirganê hat vekirin

  • 14:11 14 Cotmeh 2025
  • Jiyan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Aborî ya Kongra Star vekirina Kooperatîfa firina Zirganê diyarî wan jinên ku 6 sal in li Zirganê li ber xwe didin, kir.
 
Komîteya Aborî ya Kongra Star a Til Temirê, 4 meh beriya niha ango di Tîrmehê de ji bo jinên Zirganê dest bi projeyek kir. Proje ji kooperatîfa firina Zirganê pêk tê. Piştî xebatên 4 mehan, nanpêşgehyek ku sê jin tê de cih digrin û nanê siyahî û menaqîşên bi her cureyên xwe çêdibin, hat vekirin. Ev proje yekem car li Zirganê û bi rêvebirina jinan tê vekirin.
 
Di vekirinê de Rêvebera Kongra Star a bajarê Zirganê Îsra Hemîd axivî. Îsra Hemîd vekirina firinê li Zirganê wek yekemîn projeyek ji bo jinan tê vekirin, pîroz kir û got: “Vekirina nanpêjgehekê ji bo piştgirîdayîna jinan di warê aborî û manewî de gaveke pêşîn e. Jinên Zirganê di şert û mercên bê ewle, di nava bombebaran û koçberiyê de mane lê li ber xwe dane. Bi vê gavê û ji vê baweriyê yekem projeya ji bo jinan hatiye vekirin, nîşan dide ku jin dikarin projeyên ji vê mezintir jî birêve bibin.”
 
Bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” û di nava atmosferek bi kelecan de jinan rîban birîn û dest bi çêkirina nan û menaqîşan kirin û li jinan belav kirin. Atmosfera vekirina firinê û rêvebirina wê ji hêla jinan ve, hêviyek nû di dilê jinan de ava kir.