Sêyemîn hejmara Jinerjî Fanzîn derket

  • 18:07 21 Cotmeh 2025
  • Rojane
STENBOL- Sêyemîn hejmara Jinerjî Fanzîn y aji aliyê Kolektîfa Jinan ve tê amadekirin derket. Di hejmara nû de binpêkirinên mafan ên li kampusan, polîtîkayên qeyûm, krîza xwedîbûn û starbûnê, pêkanînên zayendperest û astengkirina xwegîhandina perwerdehiyek baş tê dest girtin.
 
Jinerjî Fanzîn ya ku du mehe tê weşandin, afirandina qadeke azad ya ku jinên ciwan dikarin binivîsin, nîqaş bikin û gotina xwe bêjin, didomîne. Fanzîn bi hejmara xwe ya sêyemîn, diyar dike ku kampus ne tenê cihên perwerdê ne, cihên ku xwendekar xwe azad hîs bikin û bi ewle bijîne.
 
Hejmara ku rojeva jinên ciwan diyar dike û rê li ber lêgerînan ve dike, banga piştevaniya li dijî serdestiya mêr a li zanîngehan û rêveberiya qeyûm dike.