
Tulay Hatîmogûllari: Divê gavên baweriyê bên avêtin
- 14:20 21 Cotmeh 2025
- Ramyarî
ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser provokasyonên nijadperest ên li dijî aştiyê, ku zêde bûne û xwest, gavên ku baweriyê zêde bike divê bêne avêtin. Hatîmogûllari got, "Aştî bi gavên yekalî ava nabe."
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di civîna koma partiya xwe ya li meclîsê de rojev nirxand.
Tulay Hatîmogûllari di destpêka axaftina xwe de helbestvanê Kurd Cegerxwîn di salvegera wefata wî de bi bîr anî û got, "Bi sekna xwe ya şoreşger û biryardariya xwe ya li ser jiyanê di dilê bi milyonan mirovî de her tim tê bîranîn."
Tulay Hatîmogûllari bi bîr xist ku 19'ê Cotmehê wan serdana Hevserokên berê yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş li girtîgehê kirin û bal kişand ser 3 biryarên Dadgeha Mirovan a Ewropayê yên têkildarî Demîrtaş. Hatîmogûllari got, "Aştî bi gavên yekalî ava nabe. Divê dewlet û desthilatdarî gavên şênber biavêje. Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û hemû hevalên me yên di Doza Kûmpasê ya Kobanê de hatine girtin divê bi lez bêne berdan. Divê saetekê jî girtî nemînin. Li holê biryareke girîng heye. Divê ev biryar tavilê bi cih bê anîn. Hevalên me divê tavilê bêne berdan."
Hevseroka DEM Partiyê bûyerên têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxand, işaret bi 22'ê Cotmehê û 27'ê Sibatê kir û got, "Wê demê hêviya Tirkiyeyê ya ji bo aştiyê şîn bû."
Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku firsendeke dîrokî di destê Tirkiyeyê de ye û got, "Em vê firsenda dîrokî gelekî girîng dibînin. Ji bo pirsgirêka sed salî çareser bikin, ji bo dawî li şerê 50 salan bê anîn em vê firsendê dîrokî dibînin."
Hevseroka DEM Partiyê diyar kir ku wezîfe û berpirsyariyên her kesî diyar e û got, "Di serî de sererastkirinên qanûnî divê desthilatdarî û dewlet derbasî qonaxa gavên şênber bibe. Gavên cihê baweriyê divê bêne avêtin. Aştiya ku civakî nebe nikare encamê bi dest bixe. Rêya civakîbûna aştiyê jî bi wê yekê dibe ku di serî de jin û ciwan civak bi temamî bibe mîmarê aştiyê. Di vir de berpirsyarî û wezîfeyên mezin dikevin ser milê me hemûyan, desthilatdarî, muxalefet û her kesî. Komîsyon di dema pêş de divê giraniyê bide ser gavên şênber, çarçoveya qanûnî ya derbasbûnê diyar bike û beriya ku budçeya 2026'an bikeve rojeva civata giştî divê sererastkirinên qanûnî bêne kirin. Ev yek wê hem baweriyê zêde bike hem jî ji bo serxistina pêvajoyê gelekî girîng be."
Di dewama axaftina xwe de Tulay Hatîmogûllari işaret bi provokasyonan kir û got, "Her ku rîtma pêvajoyê dikeve, alîgirên şer jî hîn bi wêrekî tevdigerin."
Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku wê rê nedin provokasyonên bi rêk û pêk û got, "Em ê destûrê nedin van derdoran ku yekane sermayeya xwe nefret e, em ê rê nedin wan ku civakê parçe bikin. Berdêla xwe çi dibe bila bibe ji bo avakirina komareke demokratîk û aştiyeke bi rûmet em ê heta dawiyê bixebitin û bi ser bikevin."