Li dijî êrîşa xwezayê 120 darên nû hatine çandin

  • 12:35 24 Cotmeh 2025
  • Ekolojî
AMED - Şaredariya Peyasê, li dijî êrîşa ku sala borî li qadeke şîn hatibû avakirin, bi çandina darên nû bersiv da. Li cihê 120 darên ku ji aliyê kesên nenas ve hatibûn şikandin û ji kok ve hatibûn rakirin, bi beşdariya Hevşaredar, alîkarên hevşaredar û endamên meclîsa şaredariyê 120 darên nû hatin çandin.  
 
Gerînendetiya Park û Baxçeyan a Şaredariya Peyasê, li bajêr bi armanca zêdekirina qadên şîn, sala borî li Taxa Talaytepe ya xaçerêka Mezopotamyayê, nêzî rêya 50 Metroyî, li ser qadeke 51.000 metre çandina daran pêk anîbû. Lê belê, di 15ê Cotmehê de, kes an kesên ku hîn nasnameya wan nehatiye diyarkirin, êrîşî vê qada şîn kirin û karesateke xwezayî ya mezin pêk anîn. Di êrîşê de hat tespîtkirin ku 120 dar hatine şikandin û ji kok hatine derxistin.  
 
Hevşaredaran darên nû çandin  
 
Piştî vê bûyerê, Şaredariya Peyasê ket nava lez û bezekê û dest bi xebata çandina darên nû kirin. Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, ligel alîkarên hevşaredaran û endamên meclîsa şaredariyê, çûn qada ku êrîş lê hatibû kirin û li dewsa 120 darên şikestî û ji kok hatibûn derxistin, 120 darên nû çandin. 
 
'Em nahişin ku qetlîama dar û xwezayê pêk bê'
 
Di dema çandina daran de, Hevşaredaran daxuyaniyek dan û diyar kirin ku ew ê tu carî destûrê nedin qetlîama dar û xwezayê. Wan got ku ew ê bi biryar xebatên ji bo veguherandina Peyasê bo bajarekî şîn û ekolojîk bidomînin, li dijî her cure êrîşên li ser qadên şîn rawestin û qadên nû ava bikin.