ROJEVA 02'YÊ MIJDARA 2025'AN

  • 09:00 2 Mijdar 2025
  • Rojev
 
* Qanûnên azadiyê yên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd aniye ziman, parastina azadiya kes û civakî îfade dike, dema ku bi qanûnên ‘entegrasyona demokratîk’ re bê dest girtin hev xurt dikin û du çarçoveyên qanûnî yên hev temam dike ye.
 
*Gulîstan Onver ku di televîzyonê de dît ku kurê wê li Rojava jiyana xwe ji dest daye û carek din agahî jê negirt, ev du sale bi tacîz û tehîdên polîsan re tê rû hev. Gulîstan Onver ku der barê vê de pêvajoya hiqûqî da destpêkirin wiha got: “Em nizanin wê sibê çi bê serê me. Ji ber em tên tehdîdkirin. Em li dijî van pêkanînan serî natewînin.” BI DÎMEN 
 
*Başak Saridal der barê daxuyaniya Tevgera Azadiya Kurd ku di 26’ê cotmehê de da û daxuyakirin ku ji Tirkiyeyê vedikişin de axivî û got: “Pêvajo tevî ku ji ser çapemeniyê wek propaganda hat meşandin jî Tevgera Azadiya Kurd bi biryarek mezin îdia û biryarên xwe mezin dike. Divê dewlet jî gavên hiqûqî û siyasî bavêje.” DÎMEN HEYE
 
*-Krîza aborî û pergala baviksalar, jinên teqawît jî bi teşeyên tundiyê yên nayên dîtin dorpêç dike. Mamosteya teqaawît Saadet Erkuş wiha got: “Jin hem dema dixebitin hem jî dema teqawît dibin mafên wan tê  binpêkirin û dest didin ser mûçeyên wan. Ji bilî piştevaniyê riyeke din tune ye.” DÎMEN HEYE