'Em ê li her qadê li dijî fuhuş û tiryakê têbikoşin'
- 11:34 4 Mijdar 2025
 - Rojane
 
	AMED - Platforma Şiyar Be û Platforma Saziyên Demokratîk ên Amedê têkildarî kirinên fihûş û tiryakê li ber Kafeya Roj Demê daxuyanî dan. Hevberdevka Platforma Şiyar Be Gulşen Demîr diyar kir ku dewlet polîtîkayên şerên taybet dimeşîne û got: “Em ê li her qadê li dijî tirkyakê û fihûşê têbikoşin.”
	Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Şiyar Be û Platforma Saziyên Demokratîk li dijî kirinên fihûş û tiryakê bi dirûşma “Em bajarê xwe diparêzin, em destûrê nadin tiryakê û fihûşê” li pêşiya Kafeya Roj Demê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Hevserokên DEM Partî, DBPê yên Amedê, Aktîvîstên TJA'yê û rêveberên saziyên sivîl, endamên Platforma Şiyar Be û gelek kes tev li bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevberdevka Platforma Şiyar Be Gulşen Demîr ve hat xwendin.
	‘Dewlet polîtîkayên şerên taybet dimeşîne’
	Gulşen Demîr diyar kir ku kiryarên fihûş û tiryak di heman demê de êrişên li ser civaka polîtîk û exlaqî ye û wiha axivî: “Îro fihûş û tiryak bi destê dewletê tê kirin û dixin nav civakê. Dewlet polîtîkayên şerên taybet dimeşîne. Bi fihûşê û tiryakê dixwazin ciwan û civakê ji xwebûna wan dûr bixin. Dixwazin ciwan û civak bê parastin bimîne. Em azadiya ciwanan û hêza ciwanan diparêzin. Em ê li her qadê li dijî tirkyakê û fihûşê têbikoşin. Em ê civaka polîtîk û exlaqî û azadiya civakê pêk bînin. Em ê destûr nedin ku çanda civaka me were xerakirin. Wê hêza civakê ya xweparastinê van êrişan pûç bike. Civak li ser nirxên civakê dê şîn bibe. Em dizanin gelek kafe wekî amûrên şerên taybet tên şixûlandin. Em wekî Platforma Şiyar Be dibêjin gelê me ne bi tenê ye.”

				
				
				
				
				





