ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2025'AN

  • 09:00 5 Mijdar 2025
  • Rojev
 
* Parêzer Zeynep Karayilan da zanîn ku divê di alî hiqûqî de bersiva gava ku Tevgera Azadiya Kurd avêtiye bê dayîn û wiha got: “Divê qanûn pêk bên, dest ji polîtîka înkar û îmhayê bê berdan, bi guherînên qanûnî û destura bingehîn pêşiya siyasete demokratîk bê vekirin, entegrasyon bikeve jiyanê.” BI DÎMEN
 
* Civaknas Kader Aran Mavîgoz, der barê tundiya li ser jinan a ku her diçe giran dibe de axivî û got: “Çareserî bi polîtîkayên perwerdekirinê dikare pêkan be. Heta newekheviya zayenda civakî ji holê neyê rakirin tundî jî nikare ji holê bê rakirin. Divê em jin hêzê ji hev bigirin, piştgiriyê bidin avakirina civakeke bê tundî.” BI DÎMEN