ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2025'AN
- 09:00 6 Kanûn 2025
- Rojev
*Derya Goral a DEM Partiyî wiha got: “Divê komîsyon ji bo pevajoyê dereng nemîne. Ev serdem mijûlkirinê efû nake. Divê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bên tahliyekirin.” DÎMEN HEYE
* Hevberdevka Platforma Şiyar Be ya Wanê Ruken Kilinç wiha got: “Ger ku bê xwestin bi vî gelî re bi vê erdnîgariyê re li hev bikin aştiyê bînin divê dest ji polîtîkayên şerê taybet bê berdan. Em hemû kesî dipên meşa xwe. Ji bo em deng derbixin em dibêjin ‘şiyar be’.” DÎMEN HEYE
*Jinên ku beşdarî meşa li dijî fuhuşê bûn diyar kirin ku gelê Dêrsimê di bin polîtîkayên şerê taybet de asê maye û gotin: "Ev axa Reyâ Heq e. Fuhuş tê wateya xiyaneta li vê axê. Divê demildest kiryar bên darizandin." BI DÎMEN







