Abdullah Ocalan ji Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyê re peyam şand

  • 10:59 6 Kanûn 2025
  • Rojane
STENBOL - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” peyam şand û got: "Hiqûqa entegrasyona demokratîk ku tê de hiqûq bi rêya normên takekesî û gerdûnî û mafên kolektîf ji bo berjewendiya civakê ji nû ve tê ava kirin, divê li ser sê prensîbên bingehîn bê avakirin; zagona hemwelatîbûna azad, zagona aştî û civaka demokratîk û zagonên azadiyê."
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê  li Eywana Konferansê ya Cem Karaca ya navçeya Bakirkoya Stenbolê “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li dar dixe. Ji Kurdistan, Tirkiyeyê û gelek welatên cihanê kesayetên navdar beşdarî konferansê bû. 
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” peyam şand. Veysî Aktaş ê ji Girtîgeha Girava Îmraliyê hat berdan peyama Abdullah Ocalan parve kir.
 
Peyam wiha ye:
 
"Em bi rêya avakirina aştî û civaka demokratîk sosyalîzmê ji nû ve bi dest bixin
 
Bîrewerên qedrbilind, hevalên hêja, delegeyên hêja û hemû kesên ku baweriya wan hîn jî bi sosyalîzmê heye;
 
Ez di demeke wisa de bi we re diaxivim ku li Girava Îmraliyê, di bin şert û mercên tecrîda 26 salan de, ji bo pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê bi lêgerîna aştî û civaka demokratîk danûstandinên bi dewletê re ji nû ve dest pê kirine. Ji bo min pir hêja û biwate ye ku îro li vir di Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî de li ser Ji Nû Ve Avakirina Sosyalîzmê bi we re diaxivim.
 
Wek Kurd, me têkoşîna PKKê ya ji bo hebûn û rûmetê ya 52 salan temam kir û em niha ketine serdemekê ku dê komara demokratîk û civaka demokratîk ji nû ve bê avakirin.
 
PKKê bi misogerkirina hebûna neteweyî ya gelê Kurd mîsyona xwe ya dîrokî bi cih anî, di heman demê de xitimandina sosyalîzma netew-dewletê derxist holê. Sosyalîzma sedsala 20an wekî pêngava şoreşgerî ya neyînî derket holê, lê nekarî cihê wê dagire. Di salên 1990î de ku piraniya mirovan ji sosyalîzmê direviyan, min got “Israra li ser sosyalîzmê israra li ser mirovbûnê ye” û min tevahiya jiyana xwe ji bo ji nû ve avakirina vê hêviyê terxan kir. Ev têkoşîna ku bi berdêlên mezin hat meşandin, îro bûye mîrateyek ku bi rexneyên teorîk û pratîk hatiye çêkirin. Ji bo ku em bi awayekî rast li vê mîrateyê xwedî derkevin, divê em sosyalîzmê ji bîranînekê veguherînin hêzeke civakî ya zindî ku bi gel re deng vedide.
 
Divê kevneşopiya sosyalîst a di dîrokê de hem ji bo avakirina aştiyê û hem jî ji bo avakirina civaka demokratîk wekî mîrateyekê bê hesibandin û rêya bidestxistina vê yekê jî bi bicihanîna erkên navneteweyî di teorî û pratîkê de mimkun e.
 
Her çend sosyalîstên utopîk û Marksîst ji sedsala 19an û vir ve bi berfirehî rexne li pergala hegemonîk a kapîtalîst kiribin jî, wan nekarî helwesteke encamgir pêş bixistina. Kapîtalîzma îroyîn êdî ne krîzek e, gihîştiye asta nexweşiyekê ku gefê li cinsê mirovan dixwe. Yekdestdariya tundûtûjiyê ya bi şiklê netew-dewletê di vê hilweşînê de diyarker e.
 
Herwekî ku kapîtalîzm tenê bi bingehên aborî nayê ravekirin, em nikarin têkçûna tevgerên sosyalîst tenê bi zordestiya kapîtalîst rave bikin. Xeletiyên dîrokî û yên niha jî di vê paşketinê de diyarker in.
 
Divê rexneyên min ên li ser Marksîzmê rast bên fahmkirin. Ez Marks sûcdar nakim; di dema wî de, dîrok wekî îro nehatibû ronîkirin, krîza ekolojîk tunebû û kapîtalîzm di serdema xwe ya bilindbûnê de bû. Tevî van hemûyan, Marks îdeologekî pir bixwebawer bû ku her tim xwe rexne dikir. Wî rizgariya jinan didît, lê ji ber ku wî ew bi awayekî serkî şîrove dikir û kûrahiya wê fahm nedikir, wî bawer dikir ku eger kedxwariya aborî bê derbaskirin, ew ê jî bê derbaskirin. Wî hewl dida dîroka civakî tenê bi rêya çînê rave bike û wî nekarî dewletê û netew-dewletê bi awayekî têrker analîz bike. Ji ber vê yekê jî encamên giran derketin holê. Digel van hemû rexneyan, ez dixwazim lê zêde bikim ku ez rêzê li ber xebata Marks digirim, gumana min ji niyeta wî tuneye û ez Marksîzmê ji Marks cuda dinirxînim. Her çend em li ser hin mijarên bingehîn Marksîzmê û sosyalîzma reel rexne bikin jî, tiştê ku em wekî sosyalîst hîs dikin xwerexnekirin e.
 
Divê hêzên dij-pergalî, materyalîzma dîrokî ji nû ve binirxînin ku bi rastiya civaka mirovan re li hev bike. Girîng e mirov fahm bike ku kapîtalîzm di sedsala 16an de “ji asîmanan neket”, rehên wê digihîjin pêşveçûna şaristaniyê ya 10,000-12,000 salî ya li Mezopotamyaya Jêrîn. Navendên wekî Girê Mirazan û Girê Keçel vê destpêka dîrokî ronî dikin. Ji ber vê yekê, ez rasttir dibînim ku pergala şaristaniyê ya heyî wekî “pergala kujer a civakî ya kastê” bi nav bikim. Delîlên arkeolojîk û antropolojîk nîşan didin ku kastên nêçîrvanên mêr, bi karanîna teknîkên kuştinê yên ku wan pêş xistine, civakên klan ên bi navenda jinan tepeser kirin û jin kirin kole. Ev di dîroka mirovahiyê de şikestina herî kûr e. Di heman demê de dij-şoreşeke mezin e ku hemû pêşketinên şaristaniyê yên pêşiya xwe diyar kiriye.
 
Analîzkirina kapîtalîzmê ji perspektîfeke dîrokî dê asoya me gelekî berfireh bike. Ev pergal ne tenê nakokiyên navxweyî yên di nav civakê de gur dike, lê di heman demê de bi pêşxistina pergalên çekên kîmyewî û atomî yên ku dikarin gerstêrkê hilweşînin, bi qirêjkirina avhewayê û bi talankirina çavkaniyên binerd û sererdê xwezayê wêran dike û bi vî awayî dawiya mirovahiyê tîne. Di nav erkên bingehîn ên navneteweyî de ye ku girêdayî vê rastiyê analîzeke kapîtalîst a nû ji mirovahiyê re bê pêşkêşkirin.
 
Divê dîroka bindestan bi perspektîfa komunan a ku pêkhateyeke xweparastinê ye ku ji çînê pêştir e, bê lêkolînkirin. Ji bo vê yekê perspektîfeke dîrokî hewce dike ku êlên destpêkê wekî destpêka komunan dibîne û digihîje çîna ku em îro jê re dibêjin proletarya yan jî digihîje hemû gelên bindest.
 
Li ser vê bingehê em dibêjin ku dîrok bi têkoşîna çînî ve ne sînordar e. Vê yekê jî di nav xwe de dihewîne û rasttir e ku dîrok wekî pêvajoya têkilî û pevçûnê di navbera pêşketina komunal û pêşketina dij-komunal de bê xwendin ku dîroka wê bi qasî 30 hezar sal berê.
 
Ez bawer dikim ku konferansa we dê li ser bingeha analîzên teorîk ên ku min pêşkêş kirine, nîqaşên girîng pêş bixe ku dê tevkariyê li têgihîştineke nû ya bername û rêxistina siyasî bikin. Rêbaza bingehîn di vê pêvajoyê de materyalîzma diyalektîk e. Lê belê, divê piroleyên diyalektîka klasîk bên derbaskirin. Divê em nakokiyan ne wekî qismên ku hevdu hildiweşînin, lê wekî diyardeyên civakî yên ku hevdu xurt dikin bibînin. Ji ber ku bê komun dewlet tuneye, bê burjuvazî proletarya tuneye. Ji ber vê yekê, divê em nakokiyan ne bi hişmendiyeke hilweşîner, lê bi perspektîfeke dîrokî ya veguherîner bigirin dest.
 
Pêşketinên zanistî jî nîşan didin ku rêbaza diyalektîk heya ku ew neyê mutleqkirin di analîza civakî de amûreke bi bandor e. Di vê çarçoveyê de, nûjenkirina diyalektîka komun-dewlet û çîn-dewletê hewce ye. Têkçûna sosyalîzma rastîn a sedsala 20an ji şîrovekirina nerast a vê diyalektîka dîrokî derket holê: her çend sosyalîzma dewletparêz dewlet bi dest xist jî, di dawiyê de li hember wê têk çû. Bi girêdana mafê çarenûsa neteweyan bi dewleta neteweyî re, ew di nav sînorên polîtîkayên burjuva de tengijî. Têgeha “netew-dewleta proleter” ji bilî hilberandina zihniyeta dewletperest encameke din çênekiriye.
 
Min ev heqîqet bi awayekî rast şîrove kir û got: Sosyalîzma netew-dewletê mirov ber bi têkçûnê ve dibe, sosyalîzma civaka demokratîk mirov ber bi serkeftinê ve dibe. Îro dem dema li ser bingeha sosyalîzma demokratîk meşa ber bi rizgariya demokratîk ve ye.
 
Ez di vê rêyê de bawer dikim ku em ê li şûna dewletê bi perspektîfa komara demokratîk, neteweya demokratîk û bi paradîgmaya civaka demokratîk a ji bo jinan azadîparêz, ekolojîk û demokratîk bi ser bikevin.
 
Vê hişmendiyê tevgera me gihandiye nûjenbûna îdeolojîk û siyasî, dînamîzma rêxistinî û gelparêz û ew ber bi bernameyeke sosyalîst ve biriye ku dikare ji pêdiviyên sedsalê re bibe bersiv.
 
Têkiliya sosyalîzma demokratîk bi dewletê re di pêvajoya aştî û çareseriyê de ji nû ve teşe digire. Ez têkiliya xwe bi dewletê re wekî têkiliyeke demokratîkbûnê pênase dikim. Di feraseta komara demokratîk de hewce dike ku dewlet ne wekî hêzeke îlahî li ser civakê be, di çarçoveya peymaneke demokratîk de bi civakê re bixebite. Bi stratejiya siyasî ya demokratîk, mimkun e ku di nav dewletê de guherîn û veguherîn çêbibe û civak li ser bingeheke demokratîk ji nû ve bê avakirin.
 
Bicihkirina vê stratejiyê li ser hiqûqê dê bingeheke mayînde ji bo aştiyê biafirîne. Hiqûq, wekî mekanîzmaya parastin û hevsengiya têkiliya demokratîk a di navbera dewlet û civakê de amûreke çareseriyê ye ku pêşî li tundûtûjiyê digire. Di heman demê de ew ê di sazûmankirina avakirin û meşrûtiya komara demokratîk û ji nû ve avakirina pergala civakî de jî rolekê bilîze.
 
Yek ji argumanên ku min wekî stratejiyeke bingehîn a têkoşînê pêşkêş kir, entegrasyona demokratîk û têgeha wê ya hiqûqî bû. Hiqûqa entegrasyona demokratîk, ku tê de hiqûq bi rêya normên takekesî û gerdûnî û mafên kolektîf ji bo berjewendiya civakê ji nû ve tê ava kirin, divê li ser sê prensîbên bingehîn bê avakirin:
 
* Zagona hemwelatîbûna azad,
* Zagona aştî û civaka demokratîk,
* Zagonên azadiyê.
 
Hiqûqa entegrasyona demokratîk dê hem dewletê vediguherîne dewleta norman û hem jî dê hebûna civakê ya bidestxistî bi awayekî sazûmanî misoger bike û bi vî awayî azadiya xwe bi dest bixe. Pêvajoya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” ku min da destpêkirin pêvajoyeke diyalogê ye. Li herêmeke wekî Rojhilata Navîn ku etnîsîte, ol û mezhebên tevlihev lê ne, gelek tişt hene ku bi diyalog û danûstandinên demokratîk bên bidestxistin. Bi rastî, ez bawer dikim ku sosyalîzmeke watedar ji bilî nêzîkatiyeke şoreşgerî ya tundûtûj, guncantir e ku xwe wekî pergaleke erênî ya avakirin û hebûnê birêxistin bike û vê yekê jî bi şêweyê diyaloga demokratîk pêk bîne. Zehmet e ku mirov bawer bike ku sosyalîzm bêyî ku li ser diyalogeke demokratîk a berfireh û kûr bê avakirin, bê avakirin jî mayînde be.
 
Lenîn jî gotiye, “Sosyalîzm bêyî demokrasiyeke berfireh û pêşketî nayê avakirin.”
 
Bi vê bîr û baweriyê, ez hêvî dikim ku civîna me serkeftî derbas bibe û ez silav û hezkirina xwe ya hevaltiyê ya bêdawî pêşkêşî we dikim.
 
06.12.2025  
 
Abdullah Ocalan
 
Girava Îmraliyê"