'Di dîzayna Rojhilata Navîn de dixwazin Kurdan bêbandor bikin'
- 11:32 24 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku li Rojhilata Navîn projeyek nû ya dîzaynê ku ji hêla DYA û Îsraîlê ve tê rêvebirin di dewreyê de ye û got: “Dixwazin Kurdan di vê projeyê de wekî hêmanek bêbandor bihêlin. Li dijî vê projeyê çareseriya sereke demokratîkbûna li ser esasê xwe rêvebirinê ye.”
Nîqaşên li ser nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên girtekên hevdîtinê ya bi Komîsyona Meclîsê re berdewam dikin. Abdullah Ocalan di hevdîtinê de balê dikişîne ser xalên girîng û rêyên çareseriyê destnîşan dike.
Abdullah Ocalan li ser proje û lîstikên hêzên hegemonî yên li Rojhilata Navîn radiwest e û wiha dibêje: “Rojhilata Navîn ji nû ve tê dizaynkirin. Projeyên DYA-Îsraîl û Îranê bi awayek hevdem dimeşin. Her yek ji van projeyan dixwaze jeopolîtîka Kurd li gorî armancê xwe bikar bîne. Ji bo vê divê ji mîmariya ewlehiyê ya Îsraîlê ku bi navê Peymanên Îbrahîm tên rêvebirin û projeya li ser eksena Şîa ya Îranê tê meşandin dûr bê sekinîn.”
Abdullah Ocalan di hevdîtinê de balê dikişîne ser talûkeya heyî ya li ser Kurdan û tîne ziman ku dixwazin di çarçoveya vê projeyê de Kurdan bêbandor bikin. Ocalan balê dikişîne ser van xalan: “Ji bo hegemonyaya nû li Rojhilata Navîn ava bikin dixwazin Kurdan wekî alavekê bikar bînin û daxin asta hêmanek bêbandor. Ji bo wê divê Kurd li bendewariya hêzên hegemonîk nebin. Pêwîst e çareseriyê li ser esasê entegrasyonek demokratîk bigirin dest.”
Li ser rêyên çareseriya pirsgirêkan jî Abdullah Ocalan van tespîtan dike: “Ne rêbazên leşerî ne jî projeyên netew dewletî çareseriyek mayînde dernaxin holê. Çareseriya esas civaka demokratîk, demokrasiya herêmî û civakek sivîl a bi hêz e. Berdana çekan tenê bi serê xwe têrê nake. Divê dijminiya hişmendî bi temamî ji holê rabe. Ku pêvajoya çareseriya demokratîk bê taloqkirin dê kaosa li herêmê zêde bibe û ev yek jî dê dîktatoriyên nû bi xwe re bîne.”
Abdullah Ocalan destnîşan dike ku li Sûriyê çareseriyên etnîk û mezhebî nabin çareseriyên mayînde û wiha didomîne: “Em bi awayek kategorîk li dijî dewleta navendî dernakevin. Lê demokrasiya herêmî û civaka sivîl nebe tu dewlet nikarin li ser piyan bimînin. Gere dewleta navendî û hêzên herêmî entegrasyona demokratîk pêk neyînin, Sûriye dê cardin bibe çavkaniya şer. Ji bo Tirkiyê jî heman tişt derbasdar e. Heta li Tirkiyê çareserî pêk neyê, li Rojhilata Navîn jî pergalek demokratîk pêk nayê. Her wiha heta Rojhilata Navîn demokratîk nebe li Tirkiyeyê jî çareseriyek mayînde û bi îstîkrar çênabe. Ji bo vê bêyî taloqkirinê divê çareseriya demokratîk bê pêşxistin.”







