39 partî û hêzên siyasî: Parastina têkiliyên Ereb-Kurd berpirsiyariyeke neteweyî ye
- 01:15 25 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 39 partî û hêzên siyasî li Sûriyeyê diyar kir ku herêmê di pêşdeçûnên pir xeternak û fikar re derbas dibe, hin alî hene hewl dider derbeyê li têkiliyên Kurd-Ereb bidin, parastina van têkiliyên dîrokî berpirsiyariyeke neteweyî ye.
Partî û hêzên siyasî li Sûriyeyê ji raya giştî re daxuyaniyek da û destnîşan kir ku herêm di pêşdeçûnên pir xeternak re derbas dibe û ew fikareke mezin hewldanên biguman ên bi armanca têkbirina têkiliyên Ereb Kurd dişopînin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tiştê niha rû dide ne nakokiyên xweber an jî şatiyên ferdî ne, lê di çarçoveya siyasetên plankirî de tên ku aloziyê zêde bikin, rastiyan berovajî bike û bûyeran li gorî xwe bi kar bînin da ku baweriya di nava pêkhateyan de têk bibin.
Partiyan di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ezmûna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îsbat kir ku tevî hemû astengiyan jî jiyana hevbeş û hevkariya siyasî û civakî di nava Ereb û Kurdan û pêkhateyên din de ne rewşeke awarte ye, lê pêdiviyeke dîrokî ye. Ji lew hêzên mezin vê yekê derbe dikin ku sefeftina vê hevkariyê li dijî planên wan gefên rasterast in.
Partiyan hişyarî li ser gotinên tehrîdkirinê û nefretê û hewldanên kişandina kolanê ber bi şerekî ve da. Ji ber ku ev yek eniya hundirîn, li şûna hevgirtinê, lawaz dike.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku gurkirin û mezinkirina nakokiyên biçûk di vê dema hesas de rasterast xizmeta dijminên îstîqrarê dike û kesên berpirsiyar ji hêla siyasî û exlaqî ve ji her encamên cidî yên ku dibe ku çêbibin berpirsyar in.
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pêdiviya qonaxê bi xîtabeke berpirsiyar, helwestên zelal û hişmendiyeke siyasî heye, parastina mozaîka civakî û têkiliyên Ereb-Kurdî û parastina jiyana hevbeş berpirsiyariyeke neteweyî ye. Hişmendiya siyasî xeta yekemîn a parastinê li hember her hewldanên têkbirina çarenûsa gel e.
Partî û hêzên siyasî yên ev daxuyanî îmze kiriye:
1- Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)
2- Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)
3- Partiya Kesk a Demokrat
4- Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê
5- Partiya Lîberal a Kurd li Sûriyeyê
6- Partiya Komunîst a Kurdistanê
7- Partîya Demokratîk a Kurdistanî – Sûrî
8- Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûriyeyê
9- Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê
10- Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyeyê
11- Partiya Sûriyeya Pêşerojê
12- Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê
13- Tevgera Nûjen a Kurdistanê – Sûriyeyê
14- Yekîtiya Karkerên Kurdistanê (YKK)
15- Heyet El Weteniye El Erebiya (Desteya Nîştimanî ya Erebî)
16- Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê
17- Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyeyê
18- Partiya Çaksazîyê – Sûriyeyê
19- Partiya Asûrî ya Demokrat
20- Partiya Biratî ya Kurdistanê (PBK)
21- Partiya Roj a Demokratîk li Sûriyeyê
22- Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)
23- Kongra Star
24- Partiya Muhafizkaran
25- Partiya Têkoşîna Demokrat
26- Şepêla Pêşeroj a Kurdistanê
27- Partiya Demokrat a Kurdistanê – Rojavayê Kurdistanê
28- Partiya Guhertina Demokratîk
29- Partiya Yekîtiya Suranî
30- Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê
31- Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdî li Sûriyeyê (Yekîtî)
32- Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (Partî)
33- Tevgera Çepir a Şoreşgerî li Sûriyeyê
34- Partiya Sûraya ya Demokrat
35- Partiya Muhafezkarên Kurdistanê
36- Partiya Kombûna Sûrî ya Demokratîk
37- Şepêla Sûrî ya Demokratîk
38- Partiya Guhertinê û Avakirina Sûriyeyê
39- Partiya Yekîtiya Ermenî







