Hemşîreya keziyên xwe hûnand hat binçavkirin

  • 23:07 25 Çile 2026
  • Rojane
KOCAELÎ – Hemşîreya keziyên xwe hûnandin hat binçavkirin û birin emniyetê.
 
Hemşîre Î.A ya li nexweşxaneya dewletê ya Kocaeliyê dixebitî, ji ber keziyên xwe hûnand û di çapemeniya civakî de weşand hat binçavkirin.
 
Walîtîya Kocalieyê îro der barê hemşîre Î.A ku keziyên xwe hûnandibû de lêpîrsîn da destpêkirin.  Berbi êvarê jî dema ku Î.A li mala xizmên xwe bû ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Hinceta binçavkirina wê nehat hînbûn û Î.A birin Midûriyeta Emniyeta Stenbolê.