Danişîna gumanbarê ku Ayşe Înceyol qetil kiribû hate taloqkirin

  • 17:35 17 Sibat 2026
  • Hiqûq
MÛŞ - Danişîna doza Cîhan Oral ku Ayşe Înceyol revandibû û piştre qetil kiribû, hate taloqkirin.
 
Welatiya bi navê Ayşe Înceyol, di 2’yê Mijdara 2023’yan de li navçeya Dêrxasê ya Mûşê ji hêla Cîhan Oral ve hate revandin, tundî lê hate kirin û hate tecawizkirin. Ayşe Înceyol ku piştre vegeriya mala malbata xwe, tevî bav û kekê xwe ji hêla Cîhan Oral ve hatin qetilkirin.
 
Danişîna 9’emîn a doza faîl Cîhan Oral li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mûşê ve hate lidarxistin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî jî tev li danişînê bûn. Ji ber ku Oral ê li Fransayê hatiye girtin û hêj nehatiye îadekirin tev li danişînê nebû, danişîn taloqî 14’ê Gulanê hate kirin.
 
Çi bibû?
 
Kesê bi navê Cîhan Oral ku li gundê Tirmêtê yê navçeya Têlî ya Mûşê dijî, di 2’yê Mijdara 2023’yan de welatiya bi navê Ayşe Înceyol revand û bir navçeya Dêrxasê ya Mûşê. Ayşe Înceyol, li vir rastî îşkenceyê hat û tecawiz lê hate kirin. Piştre jî Ayşe Înceyol çû mala malbata xwe ya li navçeya Mûtkî ya Bedlîsê. Di roja 9’ê Adara 2024’an di saetên şevê de faîl Cîhan Oral û kesekê rûyê xwe girtî, bi ser mala malbata Ayşe Înceyolê de girt û bi çek û kêran êrişî endamên malbatê kirin. Di êrişê de Ayşe Înceyol, bavê wê Mûsa û kekê wê Neytûllah Înceyol hatin qetilkirin. Dayik N. Înceyol jî bi giranî birîndar bû. Êrişkar Cîhan Oral û kesê pê re, piştre ji cihê bûyerê reviyan. Faîl Oral, piştî komkujiyê reviya Fransayê. Serdozgeriyên Mûş û Bedlîsê der heqê Oral de du îdianameyên cuda amade kirin. Serdozgeriya Komarê ya Mûşê, der heqê faîl Oral de ji ber sûcên “kes ji azadiya xwe bêpar hiştiye” û “îstîsmara zayendî ya biwesf” îdianame amade kir. Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê jî ji sûcê “kuştina biqesdî” îdianame amade kir.