Saziyên hiqûqê: Di bingeha kuştina jinan de polîtikayên bêcezahiştinê hene
- 14:56 23 Sibat 2026
- Rojane
ENQERE - Saziyên hiqûqê yên Enqereyê diyar kirin ku di bingeha qetilkirina jinan de polîtikayên desthilatê yên bêcezahiştinê heye û xwestin peymana Stenbolê careke din bê sepandin û qanûnên jinan biparêzin bên amadekirin.
Komîsyona Jinan a Şaxa Enqereyê ya Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komîsyona Jinan û Wekheviya Civakî ya Şaxa Enqereyê ya Komeleya Hiqûqnasên Hemdemî (ÇHD), Hiqûqnasên Jin ên Civakî, Hiqûqnasên Ji bo Edaletê û Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê derbarê kuştina 6 jinan ji aliyê zilaman ve û polîtikayên bêcezahiştinê li ber Edliyeya Enqereyê daxuyanî da. Jinan li ber Edliyeyê dirûşmeyên, “Em natirsin, serî natewînin û bêdeng namînin” berz kirin. Metna hevpar a daxuyaniyê hevseroka OHDê ya Şaxa Enqereyê Sîpan Cîzrelî xwend.
Sîpan Cîzrelî bi lêv kir ku kuştina 6 jinan rewşa qirkirina zayendî li Tirkiyeyê hatiyê çi aste nişan dide û wiha got: “Polîtikayên bêcezahiştinê û vêkişîna ji peymana Stenbolê ku jinan diparêze rê li ber kuştina jinan vêdike. Dema jin li dijî tundiyê serî li qarakol û saziyên dewletê didin û gilî dikin, nikarin encameke bi dest bixin û giliya wan di çerçoveya, ‘Nîqaşên di nava malbatê de’ tên destgirtin û ji bo parastina jinan tu hewldan pêk neyên. Qanûnên heyî û tedbîrnegirtina serdozgeriyan dibe sedema kuştina jinan. Her wiha li şuna ku desthilat polîtikayên parastina jinan pêş bixin, destkêftiyên jin û LGBTÎ+an hedef digirin. Desthilat sala derbasbûyî weke sala malbatê ragihand û tundiya di nava malbatê de jî reva kir. Her wiha dest ji hev berdan jî weke pêkanîneke xirab nişan da û asteng dike. Li gor lêkolînan jî nişan didin ku jin dema dixwazin zilam berdin tên kuştin.”
Sîpan Cîzrelî destnîşan kir ku ji bo parastina jinan divê tedbir bên girtin û wiha pê dê çû: “Divê careke din Tirkiyeyê peymana Stenbolê îmze bike. Qanûnên ku zilam ji jinan dûr digirin divê bi awayekî rêk û pêk bê sepandin û di bin çavdêriyê de be. Berpirsên saziyên dewletê ku van qanûnan pêk naynin divê di derbarê wan de lêpirsîn bê destpêkirin. Divê destûr neyê dayin zilamê bêrsûc were parastin û divê desthilat dev jî polîtikayên cihêkariya zayendî berde.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.







