Rêveberiya Xweser a Şengalê: Divê Bexda demildest ji biryara xwe a komkirina çekan vegere

  • 18:11 23 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Şengalê têkildarî biryara hikûmeta Iraqê ya ji bo komkirina çekan li gund û komelgehên Êzidiyan daxuyanî da. Di daxuyaniyê de bang li Bexdayê kir ku ji vê biryara xwe vegere û got ku ev biryar xizmeta aramiya Iraqê nake.
 
Rêveberiya Xweser a Şengalê têkildarî biryara hikûmeta Iraqê li Komelgeha Xanesorê daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê endamê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Xelef Sincara ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de rasterast bang li Serokwezîrê Iraqê û Berpirsê Operasyonên Neynewayê hate kirin ku biryara “lêgerîna çekan” a li herêmên Êzidiyan betal bikin.
 
Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de bal kişand ser komkujiya sala 2014’an û ev tişt anî ziman: ’’Me di sala 2014’an de dît ku di rojên krîtik de kes li dora me neman tenê civaka me û çekên me hebûn. Dûrkirina civaka Êzidî ji çekên wan, tê wateya berdewamkirina fermanê. Li şûna zextên leşkerî, divê pirsgirêk bi rêya diyalogê werin çareserkirin.”
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin ku gelê Şengalê tu carî xwe ji axa Iraqê qut nekiriye û wiha berdewam kir: “Xort û keçên Êzidî amade ne ku mil bi milê artêşa Iraqê li dijî terorê şer bikin û axa welat biparêzin. Divê Iraq nekeve bin bandora dewletên derve û ji bo razîkirina wan, Şengalê tehdît neke. Li şûna vê, bila Iraq sînorên xwe li hemberî kesên ku herêmê Şengalê tehdît dikin biparêze.”
 
Rêveberiya Xweser di dawiyê de dubare kir ku di vê serdemê de ku Rojhilata Navîn di rewşeke herî hesas re derbas dibe, biryarên bi v. rengî xizmeta aramiya Iraqê nakin.
 
Daxuyanî bi dirûşmeya ‘’Bijî berxwedana Şengalê‘’ bi dawî bû.