Ji Meclisa Lombardiyayê piştgiriya ji bo Rojava
- 17:43 25 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Herêmî ya Lombardiyayê ya Îtalyayê di civîna xwe ya li bajarê Milanoyê de biryareke girîng a têkildarî piştevaniya li gel Rêveberiya Xweser a Rojava û parastina gelê Kurd û hemû kêmaniyên etnîkî û olî yên li Sûriyeyê îmze kir.
Meclîsa Herêmî ya Lombardiyayê ya Îtalyayê di civîna xwe ya li bajarê Milanoyê de pêşniyarnameya hejmar 437 a di serî de gelê Kurd ya têkildarî parastina otonomiya Rojava û parastina hemû kêmaniyên olî û etnîkî qebûl kir. 54 parlamenter beşdarî dengdanê bûn û 53’yan dengê erê da û biryar piştevaniya ji bo gelê Kurd û parastina hemû welatiyên sivîl ên li Rojava derpêş dike.
Di biryarnameya ku bi îmzeya Alîkarê SEROK Emilio Delbeno ji raya giştî re hate ragihandin de hate diyarkirin ku Rojava nûnertiya tecrûbeya rêveberiya xweser a xwe dispêre demokrasiya beşdar, piraniya etnîkî û olî, wekheviya zayendî û aşitiya di navbera gelan de û prensîbên pêkvejiyanê dike.
Di tekstê de hate destnîşankirin ku hêzên demokratîk ên Rojava di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de roleke diyarker lîstine û hate îfadekirin ku ev tekoşîn ji aliyê jiyana însanan û wêraniyê ve li gel bedêlên giran hatiye meşandin.Di biryarê de hate diyarkirin ku gefên leşkerî yên berdewam, êrîşên çekdarî û destwerdanên hêzên derve ewlehiya nifûsa welatiyên sivîl û aramiya wan dixin talûkeyê.
Di biryarê de hişyarî hate datîn û hate îfadekirin ku lawzkirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), wê ewlehiya welatiyên sivîl bi awayekî cidî bixe nava talûkeyê.
‘Bêdengî tundiyê rewa dike’
Di pêşniyarnameyê de hate destnîşankirin ku parastina mafên mirovan, mafê diyarkirina çarenûsê ya ji aliyê gelan ve û parastina kêmaniyan prensîbên gerdûnî ne û hate îfadekirin ku divê saziyên herêmî jî girêdayî van prensîban tev bigerin.
Her wiha hate îfadekirin ku bêdengî û xemnexuriya saziyan rê li ber rîska zêdebûna tundiyê vedikin û Meclîsa Herêmî ya Lombardiyayê îlan kir ku ew bi awayekî eşkere piştevaniyê die gelê Kurd ê li Rojava. Meclîsê hemû çalakiyên leşkerî yên bandorê li welatiyên sivîl dikin, êrîşên li ser binesaziyan û hewldanên ku tecrûbeya rêveberiya xweser a demokratîk ya li herêmê hedef digirin, şermezar kirin.
Di biryarê de hate hêvîkirin ku pêvajoya enterasyonê di çarçoveya diyalog û rêza ji bo mafên mirovan de û bi navbeynkariya pêvajoya siyasî ya aşitiyane berdewam bike.







