Plaftorma Yekîtiya Netewî ya Jinên Kurd encamnameya xwe eşkere kir
- 20:50 28 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî civîna giştî ya Plaftorma Yekîtiya Netewî ya jinên Kurd ya li Başûrê Kurdistanê û şûnde encama civînê ya bi 21 xalan hate eşkerekirin.
Bi daxuyaniyeke ya çapemeniyê Platforma Yekîtiya Netewî ya Jinên Kurd ya li Başûrê Kurdistanê encamname civîna xwe ku bi tevlîbûna zêdetirî 100 jinan ya li ser asta deverên Başûrê Kurdistanê eşkere kir.
Endama Platforma Yekîtiya Jinên Kurd encamname Şîrîn Tahir xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin ku civîna Platforma Yekîtiya Netewî ya Jinên Kurd ya li Başûr 27’ê Sibata 2026’an li Silêmaniyê pêk hatiye û ev hate gotin: “Ev gaveke girînge ji bo jinan ku zêdetirî 100 jin li ser asta deverên cuda cuda ya Herêma Kurdistanê cihê xwe têde girtine.
Plaftform wê li sr esasê têkoşîna pirsa azadiya jinê û neteweyê bidomîne û di vê çarçoveyê de gihiştiye van biryaran:
"*Girîngîdayîna yekîtiya têkoşîna jinan ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinên Kurd û pirsgirêkên netewî. Di vê çarçoveyê de wê kar û çalakî bikin.
*Ji bo pêşerojê wê gavên xurt bavêjin û wê ji derveyî platformê jî endamên çalak zêde bike. Girîngiyê dide rewşa welatiyên Kurd li Şengalê. Platforma Jinên Başûr daxwaz dike ku Hikûmeta Iraqê nekeve bin bandora siyaseta derve û doza Şengalê bi yasayî nas bike. Dîsa hêzên Parastina Şengalê yên weke YBŞ, YBJ û Asayîşa Êzidxanê bi fermî ji aliyê Iraqê ve binase.
*Bal kişandiye ser parastin û tundiya li navçeyên sînorî, ew navçeyên ku jêre tê gotin navçeyên bi nakok. Divê ji bo vegerandina ser herêmê hewldan bê kirin.
*Platform li dijî her cûre tundiya fîzîkî, derûnî û siyasî ya li hemberî jinane. Çi sedemê civakî, siasî û aborî be.
*Jin li dijî her cûre krîz, şer, nakokiyên li her beşeke Kurdistanê hebe xwedî helweste, piştgiriya têkoşîna beşên din dike.
*Desteyek hatiye avakirin ku divê di dema pêş de ew deste kar bike ji bo qezenckirina endamên nû ji bo rêvebirina platformê.
*Plaftorma Başûr bi platformên beşên din yên Kurdistanê re ye ku çi karê siyasî û civakî ya li dijî dagirkeriyê bike re ye. Li dijî her bûyereke ne li bendê ye. Daxwazê wê aştî û serbixweyî ya gelê me ye.
*Jinên Başûr wê li ser asta netewî karê bihêz bike. Wê hevkarî bi xebatên beşên din re bike. Piştgiriya pêvajoya aştiyê ya li Bakurê Kurdistanê dike. Her wiha parastina Rêveberiya Xweser ya Rojava û têkoşîna Rojhilatê Kurdistanê ya li dijî zilm û zordariya dewleta Îranê dike.
*Di çarçvoeya yasa, sazî û dezgehên navneteweyî de girîngiyê dide xebatên dîplomasî û siyasî. Bi taybet di xebatên tundî, kuştinên bi komî û jenosîdê de ya di êrişên dagirkeriyê de.
*Wê di çarçoveya yasa û madeyên girêdayî maf û azadiya tak ya di destûrê de heye, li dijî tundiya jinan çalakî û kar ji bo betalkirina wan kar bikin.
*Wê hewl bide têkilî û peywendiyê bi wan kom û torên kar û çalakî ji bo piştgiriya jinan dikin çêbikin.
*Platform wê bi rêya panel, semîner, nîqaş û nivîsan ji bo hişyarî û zindîkirina ramanê jinan kar bike.
*Wê hewl bide mafê siyasî, civakî û aborî yê jinan bi dest xistî biparêze. Rê nede qet kom û destekê bi navê her îdeolojiyekê destkeftiyan tine bike.
*Platform wê ji bo zindîkirina ziman kar bike.
*Wê li dijî her cûre dagirkeriya demografiya li Kurdistan û herêmên cuda be.
*Platform li dijî ti îdeolojiyekê nîne, ji bo hemû bîr û baweriyên li Kurdistanê vekiriye.
*Li dijî her komplo û pilanekê ye ya li dijî nasnemeya netewî ya Kurd.
*Wê li hemû bajar û navçeyan nûnertiya xwe hebe û wê jin hebûn û rola xwe bilîzin.
*Wê ji bo platformê qadeke elektironî ya taybet bê avakirin.
*Wê di pêşerojê de hewl bide girîngiyê bi perwerdeya hemû endaman û ferdê Kurd bide."







