‘Ji bo jiyan û rihekî azad yekîtî’
- 09:02 4 Nîsan 2026
- Rojane
Neslîhan Kardaş
ŞIRNEX - Siyasetmedaran der barê yekitiya Kurd de nirxandin kirin û banga yekitiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xistin û gotin ji bo jiyanek azad yekîtî girîng e.
Lêgerîna yekîtiya di têkoşîna dîrokî ya gelê Kurd de, bi êrîşên 6’ê Çileyê yên li hember Helebê pêkhat re ji her demê wêdetir kûr bû. Qelsiyên civakî, çandî û siyasî yên parçebûnê afirandin, di hewcedariya zemîna piştevanî û îradeya hevpar hîn bêtir derxist holê û yekîtiya Kurd ne tenê wek hedefek polîtîk di heman demê de wek hewcedariyeke sereke ya pêşeroja gel dertê pêş. Di vê pêvajoya ku geşedanên li herêmê giran dibin, hem têkoşîna maf hem jî çareseriyên mayînde wek mifteya çareseriyê tê dîtin. Bi êrîşên li hember Helebê re li her çar parçeyê Kurdistanê dirûşmeya ‘yek e yek e yek e gelê Kurd yek e’ bilind bû.
Siyasetmedaran li Şirnexê der barê girîngiya yekîtiya Kurd de nirxandin kirin.
‘Ji bo gelê Kurd yekîtî di her alî de girîng e’
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DME Partî) a Hezexê Songul Erden da zanîn ku yekîtiya gelê Kurd di her alî de girîng e û wiha vegot: “Di heman demê de yekîtiya gelê Kurd ji bo cîhanê jî girîng e. Di dema êrîşên tund ên li hember Rojava de li her çar parçeyê Kurdistanê gelê Kurd li ser piya bûn û yekîtiya xwe nîşan dan. Bi taybet li Botanê jî Kurdan yekîtiya xwe nîşan dan. Ji 7’an heta 70’ê her kes li ser piyan bû. Piştre bi peyama ku serokatiyê 27’ê Sibatê şand re gelê Kurd hîn bêtir xurt bû. Gelê Kurd diyar kir ku ew girêdayê serokê xwe ne û wê yekîtiya xwe hîn bêtir xurt bikin. Ji bo gelê Kurd yekîtî di her alî de girîng e. Mesût Barzanî di vê pêvajoyê de rola xwe baş lîst. Yekîtiya Kurd xurt bû.”
‘Yek nêrîn, yek beden, yek rih’
Hevseroka DEM Partiyê ya Şirnexê Taybet Bîlgî jî bi lêv kir ku yekîtiya gelê Kurd, ji bo xurtkirina tifaqê û ji bo rêveberiyeke bi hev re girîng e û wiha got:"Li her çar parçeyê Kurdistanê yekîtiya Kurdan ji bo jiyanek azad, rih û rêveberiyek azad girîng e. Tifaqa Kurdan xwedîderketina li ziman, çand, nasname û hebûnê ye. Di pêvajoya dawî de hat fêmkirin ku tifaqa Kurdan xurt bûye. Ji vir şûnde jî wê xurt bibe. Wê ji bo azadiyek mayînde xurt bibe. Tu reng, ziman, ol divê neyê tunekirin. Ji bo vê yekîtiya Kurd girîng e. Tifaqa gelê Kurd girîng e. Ji bo jiyanek azad pêwist e. Divê xwedî li banga Rêberê Gelê Kurd bê derketin.”







