Jî bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd dar hatin çandin
- 13:42 4 Nîsan 2026
- Rojane
COLEMÊRG - Li Colemêrgê, li goristana Serê Solanê ku gerîlayên HPG, YPG û YJA Starê lê hatine definkirin, jî bo rojbûna 77emîn a Abdullah Ocalan şitl hatin çandin.
Rêxistina Bajarê Colemêrgê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), Dayikên Aştiyê û Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Coşkun Parlak beşdarî çandina şitlên li "Goristana Bêkesan" a li Serê Solanê ya Colemêrgê bûn.
Piştî kêliyek rêzgirtinê, çandina şitlan bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Rojbûna te pîroz be Serok Apo" dest pê kir.







