Bersûcê kuştina Narîn Guranê sibê cardin tê darizandin
- 14:17 5 Nîsan 2026
- Hiqûq
AMED - Di doza Narîn Guran de dê ji bersûcan Nevzat Bahtiyar sibe dîsa ji sûcê “alîkarîdayîna kuştina bi qesdî” bê darizandin.
Zaroka 8 salî ya bi navê Narîn Guran, di 21ê Tebaxa sala 2024an de li gundê Çûlî yê navçeya Rezanê ya Amedê winda bû û cenazeyê wê 8ê Îlonê di rûbarê gund de hate dîtin. Yek ji kesê di doza qetilkirina Narîn Guranê de dihat darizandin jî Nevzat Bahtiyar bû. Di dozê de li dayika Narîn Guranê Yuksel Guran, kekê wê Enes Guran û apê wê Salîm Guran ji sûcê “Bi awayekî komî zarok biqesdî kuştine” cezayê muebbeda girankirî hate birîn. Dadgehê, ji ber sûcê “Tunekirina delîlan, veşartina delîlan û guherandina wan” 4 sal û 6 meh cezayê hefsê dabû Nevzat Bahtiyar jî. 1’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliye ya Herêma Amedê jî ev biryar li gorî hiqûqê nirxandibû.
Dozger erêkirina ceza xwestibû
Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind, xwestibû ku cezayê li faîlan hatiye birîn bê erêkirin. 1emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind jî cezayê li dayik, kek û apê Narîn Guran hatiye birîn erê kir û xwest cezayê Nevzat Bahtiyar ê 4 sal û 6 mehan di çarçoveya “alîkarîdayîna kuştina biqesdî” jinûve were nirxandin. Dosya, dîsa ji 8emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê re hate şandin. Dadgehê, biryara domandina rewşa girtî ya Nevzat Bahtiyar da.
Li ser biryara Dadgeha Bilind, doza jinûvedarizandinê ya Nevzat Bahtiyar dê sibe li 8emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê were lidarxistin.







