Li Sêwregê li dibistanekê êrîş pêk hat
- 11:23 14 Nîsan 2026
- Rojane
RIHA - Li Sêwregê li dibistanekê êrîş hat kirin. Di encama êrîşê de 11 jê xwendekar 13 kes hatin birîndarkirin.
Li navçeya Sêwregê ya Rihayê li taxa Hasan Çelebî li Dibistana Lîseya Teknîkî û Pîşeyî ya Ahmet Koyuncu xwendekarekî êrîş kir. Di êrîşa serê sibehê de hat kirin 11 xwendekar û 2 mamoste birîndar bûn û hat diyarkirin ku hin xwendekar jî rehîn hatine girtin.
Gelek polîs û tîmên tendirustiyê sewkî cihê bûyerê hatin kirin.







