Hejmara Kovara Jinê ya nû derket
- 10:02 1 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 192'emîn a Kovara Jinê bi sernavê "Ji Sînoran Wêdetir: Têkoşîna Jinan" hate weşandin.
Hejmara 192'emîn a Kovara Jinê bi sernavê "Ji Sînoran Wêdetir: Têkoşîna Jinan" hate weşandin. Di vê hejmarê de, Kovara Jinê balê dikişîne ser têkoşînên jinan ên ji bo azadî, wekhevî û edaletê yên li deverên cuda yên cîhanê.
Sernavên hejmara nû wiha ne:
*Bê Demokrasî Wekhevî Nabe: Jinên Tunisî Li Ser Rêya Temamkirina Têkoşîna Xwe ya Li Dijî Windakirina Mafan û Ji Bo Rizgariyê ne / Raja Dahmani
*Jinên Abya Yala: Bîranîna Bav û Kalan, Berxwedan û Têkoşîna Jiyanê / Zerrin Amara
*Jinên Lubnanî yên di Navbera Şerekî Bêdawî û Dewleteke Tune de / Sawsan Shouman
*Ji Bêçalakiyê Ber bi Rêyeke Nû ve: Lêkolînên Nû ya di Têkoşîna Jinan de / Selin Yadsan
*Bîranîna Bajarekî, Berxwedana Gelekî / Ozlem Yaşar







