DBP: Ruhê Kobanê wê li erdnîgariya Rojhilata Navîn mayînde bibe
- 10:43 1 Mijdar 2026
- Rojane
AMED – DBP bi minasebeta 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî parve kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn.
Partiya Heremên Demokratîk (DBP) bi minasebeta 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî parve kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji bo jiyaneke bi rûmet, ji bo pêşerojeke wekhev û azad gelên cîhanê dikarin îradeyeke hevpar bimeşînin.
DBPê bal kişand ser pêvajoya rizgarkirina Kobanê û got: “Her çend li ser wan kêliyên dîrokî 12 sal derbas bûbin jî, rizgarkirina Kobanê îro ji her alî ve taybetiyên xwe yên siyasî û civakî diparêze. Piştevaniya ku di 1'ê Mijdara 2014'an de li Kobanê pêk hat, bû nîşaneya parastina nirxên mirovahî û têkoşîna hevpar a gelan. Berxwedana ku di şexsê Kobanê de wê serdemê meşiya, derxist holê ku; ji bo jiyaneke bi rûmet, ji bo pêşerojeke wekhev û azad gelên cîhanê dikarin îradeyeke hevpar bimeşînin. Ji ber vê yekê, parastina destkeftiyên Kobanê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahiya gelên Sûriyeyê û Rojhilata Navîn xwedî cihekî girîng e. Divê encam û destkeftiyên ku ji Kobanê derketin, di bin baskê pergaleke ku temsîliyeta wekhev, azadiya jinê û civakeke demokratîk esas digire, bên parastin.”
DBP'ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser pirrengiya Sûriyeyê û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Li ser vê esasê, divê pêşeroja Sûriyeyê, ne li ser feraseten yekperest ê navendperest be, li ser parastina nirxên azadiya nasname, çand, ziman û îradeya demokratîk bê avakirin. Ev yek jî encax bi entegrasyoneke demokratîk pêkan e, ku îro di rojeva herêmê de ye. Di vê çarçoveyê de, bi entegrasyona demokratîk ve divê li Sûriyeyê, statu, mafên çandî, zimanî û siyasî yên gelê Kurd, Elewî, Ereb, Durzî û tevî gelên din, li ser bingehên makezagonê bên sazkirin. Bi pergeleke wekhev û demokratîk ve ruhê Kobanê wê li erdnîgariya Rojhilata Navîn mayînde bibe û wê bibe hîma bingehîn a jiyaneke nû.”
Di dawiya daxuyaniya xwe de DBP'ê cangoriyên rizgarkirina Kobanê bi bîr anî û wiha derbirî: “Bi vê bangewazî û hêviyê, bi mabesta 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî em cardin tevî cangoriyên ku li ser xaka Kobanê û Rojava jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin û vê roja dîrokî car din pîroz û silav dikin.”







