Bi dehan jinan ji bo Kobanê peyama hevpar dan

  • 11:52 1 Mijdar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvanên jin piştgiriya berxwedana Kobanê ya ku piştî 134 rojan şer di 26’ê Çileya 2015’an de bi serkeftinê bi dawî bû, dubare û tekez kirin ku piştgiriya wan ji sînor derbas dibe û mirovahiya wan yek e.
 
Gelek çalakvan û parêzerên mafên mirovan bi peyamên xwe diyar kirin ku destana Kobanê ji sînorên erdnîgariyê derbas bû û veguherî xalek veguherîna dîrokî. Wan got ku berxwedana Kobanê nîşan da ku îradeya jiyanê dikare hêzên tarîtiyê têk bibe.
 
Bi boneya Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê, gelek çalakvan û parêzvanên mafên mirovan ji welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, bi riya ajansa me peyamên piştgiriyê ji bo hemû jinên ku ji bo azadî, rûmet û aştiyê têdikoşin, her wiha ji bo gelê Kurd ku rastî êrîşên terorîstî hatiye, şandin.
 
Ji Tûnisê çalakvana jin û parêzvanamafên mirovan Recaa Dehmanî diyar kir ku Kobanê bûye semboleke cîhanî ya berxwedan û parastina azadî û rûmeta mirovî. Recaa da zanîn ku piştgiriya wê destekkirina mafê gelan e ji bo jiyan, aşitî û diyarkirina çarenûsa xwe. Recaa got ku her wiha bang li rawestandina şer û destwerdanan, şerê li dijî terorê û belavkirina çanda aştiyê tê kirin.
 
‘Piştgiriya Kobanê peymaneke nûkirî ye’
 
Ji Urdunê lêkolîner, nivîskar û rojnamevan Emel Muhyeddîn El-Kurdî diyar kir ku Destana Kobanê ji sînorên erdnîgariyê derbas bûye û wiha domand: “Ew veguherî xalek veguherîna dîrokî; ew bû agirê yekem ku îspat kir îradeya jiyanê dikare hêzên tarîtiyê têk bibe. Îro domandina gef û xetereyên ewlehiyê ji me hemûyan dixwaze ku rastiyeke bêguman fam bikin, parastina destkeftiyên vê serkeftina dîrokî ne tenê mijareke herêmî ye  exlaqî û mirovî ya cîhanî ye, da ku agirê terorê careke din pênekeve. Xwîna şehîdên ku ev ax bi xwîna xwe avdan, berpirsyariyeke exlaqî dide ser milê hemû mirovahiyê ku vê mîrateya azadîxwaz biparêze û rê li ber her hewldaneke ji nû ve avakirina terorê bigre. Piştgiriya Kobanê peymaneke nûkirî ye ku ronahiya hêviyê wekî çiraya azadiyê bimîne û bibe mertalek bihêz ji bo parastina pêşeroja nifşan.”
 
Ji Lîbyayê çalakvan û mamoste Meriyem El-Mehdawî anî ziman ku Kobanê ne tenê bajarek e û wiha pê de çû: “Her wiha sembola berxwedariya mirovî li hember tundrewî û terorê ye û nîşana îradeya gelan e ji bo jiyaneke bi ewlehî û aşitiyê. Em piştgiriya xwe ya mirovî ji Kobanê û gelê wê re radigihînin û tekez dikin ku têkoşîna li dijî terorê berpirsiyariyeke hevpar a mirovî ye. Aşitî, parastina sivîlan û biparêzkirina mafên mirovan divê her dem pêşîniya me bin.”
 
‘Xetera terorê hê jî bi dawî nebûye’
 
Ji Lubnanê berdevka Însiyatîfa Nûn û çalakvana mafên mirovan Sewsan Şûman got ku “Ji Lubnanê slavên rêz û pesindariyê ji Kobanê û gelê wê re dişînim. Ew bajarê ku liberxwe da, hêza terorê şikand û dest bi paşveçûna DAIŞ’ê kir. Jinên Kobanê îspat kirin ku jin ne tenê mexdûrên şer in, her wiha dikarin çêkerên berxwedan û azadiyê jî bin. Xetera terorê hê jî bi dawî nebûye û aloziya ewlehiyê ya li Sûriye û Iraqê derî li ber vegera wê vedike. Ji ber vê yekê, em bangawaziya xwe ji bo piştgiriya navneteweyî ya rastîn, hesabpirsîna sûcdarên sûcan, parastina sivîlan û piştgiriya aramî û dadweriyê li herêmê nû dikin.”
 
Ji Somalê lêkolîner, nivîskar û çalakvana jinan Leyla Camî destnîşan kir ku ji Somalê peyameke piştgiriyê ji Kobanê re dişîne û wiha got: “Ji wî bajarî re ku berxwedana wî ya li dijî terorê bû sembola berxwedan û îradeya mirovî, her wiha ji hemû kesên ku ji bo parastina jiyan, azadî û rûmetê li hember tarîtiyê sekinîn re. Di Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê de, em redkirina xwe ya teror û tundrewiyê di hemû awayên wan de nû dikin û tekez dikin ku aşitî bi tirsê nayê avakirin û azadî û rûmet ne divê bibin bihayê ku bêguneh bide. Ji Somalê heta Kobanê, peyama me ji sînor û erdnîgariyê wêdetir e: Welatên me cuda bin jî, mirovahiya me yek e û îradeya jiyanê ji hemû hewldanên bindestkirina gelan bihêztir e.”
 
‘Ji Cezayîrê, axa şehîdan, heta Kobanê…’
 
Ji Cezayîrê seroka Rêxistina Cezayiruna Şerîfe Xedar li ser girîngiya gefa DAIŞ’ê sekinî û wiha axivî: “Em wekî jinên têkoşer ên Cezayiruna, ji axa şoreşa rizgariyê ya mezin ku di 1’ê Mijdara 1954’an de li dijî dagirkeriyeke hov dest pê kir û zêdetirî 122 salan axa me ya pîroz dagir kir û zilm û zordariyeke sîstematîk li ser me ferz kir, piştgiriya xwe ya bêşert ji Kobanê re radighînin. Rast e ku di 1’ê Mijdara 2014’an de, ji aliyê hêzên dost ên cîhanê ve Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê hate ragihandin. Ew bajarê ku ji wir agirê têkçûna terorê pê ket. Îro, her çend em bi wan lehengiyan serbilind in jî, em bawer in ku xeter hê jî heye. Di bin şertên bêaramî û aloziya ewlehiyê ya li Sûriye û Iraqê de, tirs ji vegera tundrewî û DAIŞ’ê bi navên din, her wiha zêdebûna şaneyên wê li herêmê, hê jî berdewam e. Ji Cezayîrê, axa şehîdan, heta Kobanê, axa berxwedanê, piştgiriya me li dijî dagirkerî, tundrewî, teror û tarîtiyê yek e.”
 
‘Têkoşîna li dijî terorê aşitî, dadwerî, aramî û parastina mafên hemû gelan dixwaze’
 
Ji Sûdanê parêzera mafên mirovan Emîme El-Qutbî jî got ku “Bi hemû piştgirî û rêzgirtinê, em slavê didin gelê Kobanê û hemû kesên ku li hember DAIŞ’ê sekinîn û ji bo parastina jiyan, rûmet û azadiyê têkoşiyan. Em fedakariyên Yekîneyên Parastina Jin, Yekîneyên Parastina Gel û sivîlan bilind dihêlin. Têkoşîna li dijî terorê aşitî, dadwerî, aramî û parastina mafên hemû gelan dixwaze. Di Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê de, em piştgiriya xwe ji gelê wê re nû dikin û hêvî dikin ku Sûriyeke ewle û azad ji teror û tundiyê hebe.”
 
Ji Iraqê çalakvana jinan Meha El-Sekban, diyar kir ku ew bi boneya Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê, roja ku agirê têkçûna hêzên tarîtiyê yên DAIŞ’ê lê pê ket, bîranîna fedakariyên Kobanê dikin û wiha domand: “Ev bajar ji bo rizgarkirina ax û mirovahiyê gelek fedakariyan kir û dara azadiyê bi xwîna şehîdan av da. Hejmara şehîdên wê ji 12 hezarî derbas bûye û piraniya wan jin, zarok û ciwan bûn. Em silavên rêz û pesindariyê ji şehîdên Kobanê û hemû şehîdên welat û kesên ku ji bo azadî û rûmeta mirovî têdikoşin re dişînin.”
 
‘Em piştgiriya xwe ji Kobanê û gelê wê re nû dikin’
 
Ji Bexdayê çalakvana Êzidî Şemse El-Neccar got “Di 1’ê Mijdarê, Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê de, em bi rêz û pesindariyeke mezin fedakariyên kur û keçên vê bajarê bi bîr tînin” û wiha pê de çû: “Ew bi cesaret li hember DAIŞ’ê sekinîn û ji bo azadî, rûmet û mirovahiyê hezaran şehîd û qurban dan. Kobanê ne tenê bajarekî li hember terorê berxwedayî ye, lê bûye sembola berxwedan û piştgiriya mirovî û qonaxeke girîng di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de. Di vê rojê de, em piştgiriya xwe ji Kobanê û gelê wê re nû dikin, slav didin fedakariyên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û tekez dikin ku şerê li dijî terorê berpirsyariyeke hevpar a mirovî ye. Parastina sivîlan û avakirina aşitî û aramiyê pêdiviyek ku nayê paşxistin e.”
 
‘Fedakariyên kur û keçên vî bajarî ne tenê ji bo parastina bajarê xwe bûn’
 
Ji Yemenê parêzera mafên jinan Efra El-Herîrî got “Îro ez silavên rêz û pesindariyê ji bajarê Kobanê û berxwedana wê re dişînim; ne tenê ji ber serkeftinê, her wiha ji ber ku ew bû xalek veguherîna mezin di şerê li dijî teror û tundrewiyê de û bû sedema şikestin û paşveçûna DAIŞ’ê” û wiha berdewam kir: “Ez tekez dikim ku têkoşîna li dijî ramana tundrew, bêyî ku nav û çavkaniya wê çi be, hê jî berdewam e û divê bi awayekî biryardar were kirin da ku ew ji kokê ve bê tinekirin û rê li ber vegera wê bê girtin. Fedakariyên kur û keçên vî bajarî ne tenê ji bo parastina bajarê xwe bûn, ji bo parastina mirovahiyê û nirxên hevjiyana aştiyane jî bûn. Her wiha rola jinê di vê berxwedanê de bû nimûneyeke îlhamê ji bo gelek jinên din ên cîhanê. Ji ber vê yekê, divê em civaka navneteweyî li berpirsiyariya xwe ya rasterast a hember Kobanê bînin; berpirsyariya nûveavakirin, aramî, xurtkirina parastinê û pêşîgirtina li her hewldaneke ku dixwaze paşeroja tijî xwîn, kuştin û tundrewiyê vegerîne, an jî bi nav û awayên din ên terorê ji nû ve ava bike.”
 
‘YPJ bû sembola berxwedanê’
 
Ji Silêmaniyê lêkolîner û çalakvan Munîre Ebûbekir Mihemed bibîr xist ku di nav krîz û şerê Sûriyê de, jinên Rojavayê Kurdistanê bi îradeya xwe rêxistin bûne û beşdarî parastina xwe û civakên xwe bûne. Munîre wiha got: “Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bûn yek ji hêzên herî girîng ên ku li hember DAIŞ’ê sekinîn, bi taybetî di berxwedana dîrokî ya Kobanê de. Ew di parastina sivîlan û rizgarkirina hezaran jin û zarokan de roleke girîng lîstin. Yekîneyên Parastina Jinê ne tenê hêzeke leşkerî ne, sembola îradeya jinan û şiyana wan a rêxistinkirin û beşdariya siyasî û civakî ne jî. Fedakariyên şervanên wan di têkoşîna li dijî terorê û parastina civakê de bûne mînekek berxwedan û parastina rûmeta mirovî. Di bin şertên berdewamkirina kêşeyên ewlehiyê û xetera vegera DAIŞ’ê de, parastina destkeftiyên jinan û misogerkirina beşdariya wan a di avakirina pêşeroja Sûriyê de pêdiviyeke bingehîn e. Ji ber vê yekê, divê Yekîneyên Parastina Jinê di çarçoveya destûrî û hiqûqî ya pêşeroja Sûriyê de bi fermî bên nasîn, serxwebûna rêxistina wan bê parastin û rola wan di warê parastin û ewlehiyê de bê misogerkirin. Maf û azadiyên jinan di tu peymaneke siyasî de nebin mijara danûstandinê. Azadiya jinan xetek sor e û beşeke ji demokrasî û dadweriyê nayê veqetandin e.”
 
Ji Iraqê, çalakvana sendîkayê Koriya Reş, ji Sûriyê rojnamevan Ensaf Selîtîn, her wiha