Siyasetmedaran serdana nobeda Dayikên Aştiyê kir
- 15:11 2 Mijdar 2026
- Rojane
ENQERE -Hevserokên DEM Partiyê serdana çalakiya nobetê ya bi dirûşma "Ji bo aştiyê gavekê biavêjin" dikin ku ji aliyê Dayikên Aştiyê ve tê lidarxistin.
Zêdetirî 300 endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ku ji 24 bajaran hatine gihîştin Enqereyê ku daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berdana girtiyên siyasî û pêşxistina pêvajoyeke ber bi aştiyê û civakeke demokratîk bikin.
Dayik li navenda giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a li taxa Balgatê kom bûn û piştre li Parka Meclisê daxuyaniyeke çapemeniyê dan da ku daxwazên xwe bînin ziman. Piştî daxuyaniyê, Dayikên Aştiyê çûn Parka Kurtuluşê, li wir konên xwe vedan û dest bi çalakiya nobetê kirin.
Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatimogulları û Tuncer Bakırhan, ligel hejmarek parlamenterên DEM Partiyê, serdana vê çalakiya nobetê dikin.
Berdewamiya nûçeyê heye...







