 
				Wezaretê ji bo 'Anonsa Kurdî' bersiv da: Ne ji zimanê hevpar e
- 16:59 3 Tebax 2020
- Ramyarî
	NAVENDA NÛÇEYAN – Wezareta Ragihandinê, bersiv da pêşniyazpirsa HDP’ê ya ji bo anonsa kurdî û got ku zimanê kurdî ne di nav zimanên hevpar ên hewavaniya sivîl de ye.  
	Wezîrê Binesazî û Ragihandinê Adîl Karaîsmaîloglû, bersiv da pêşniyazpirsa Berdevka HDP’ê û Parlamentera Mêrdînê Ebrû Gunay a ji bo anonsa kurdî ya di ragihandinê de. Di bersivê de hat diyarkirin ku zimanên ji aliyê Organîzasyona Hewavaniya Sivîl a Navneteweyî de tên bikaranîn, îngîlîzî, îspanyolî, rûsî, erebî û çînî ye.
	Bersiva wezaretê bi tevahî wiha ye: “Ji ber ku zimanê fermî yê Komara Tirkiyeyê bi tirkî ye, pêşaniya anonsan bi zimanê zikmakî yê welatan e û zimanê hewavaniya navneteweyî bi îngilîzî ye, arestekirin û anons jî di vê çarçoveyê de tên kirin. 
	Li aliyê din, agahiyên firînê, anons û xizmetên şêwirînê, li gorî metnên navneteweyî, bi tirkî û îngilîzî tên kirin û li balafirgehan ji hemû zimanan rêwiyên ku rêwîtiyê dikin dikarin bên dîtin. 
	Her wiha li stasyonên rêyên hesin lewheyên arestekirinê û anonsên bi deng bi zimanê me yê zikmakî tirkî tên kirin. Lê li stasyonên navendî ku rêwî li wan zêde ne, lewheyên arestekirinê û anonsên bi deng bi zimanê îngilîzî ku weke zimanê hevpar ê navneteweyî tê qebûlkirin jî tên kirin. 
	Dîsa, di mewzûta rêyên bejahî de derbarê anonsên ku ji aliyê kargerên dumahiyê ve li otogaran bên kirin de tu sererastkirinek tune ye.”
				
 
				 
				 
				 
				 
				





