 
				Muzakereya MSD’ê û Partiya Vîna Gelan hat îmzekirin
- 12:23 31 Tebax 2020
- Ramyarî
	NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Sûriyeya Demokratîk û Partiya Vîna Gelan têkildarî çareseriya siyasî ya Sûriyeyê li paytexta Rûsya Moskovayê muzakereyeke lihevkirinê îmze kir.
	Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed û serokê Partiya Vîna Gelan Qedrî Cemîl li paytexta Rûsyayê Moskovê civîneke çapemeniyê li dar xistin û tê de muzakereya lihevkirinê îmze kir.
	Îlham Ehmed got ku ev muzakere ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyeyê gaveke nû ye, ji ber vê yekê ew kêfxweş in û bi hêvî ne ku tevahiya pêkhateyên Sûriyeyê kar û xebata xwe berdewam bikin û li şûna çareseriya leşkerî girîngiyê bidin çareseriya siyasî, dawî li nakokî û şer bînin,  koçber û penaberên li derveyî welat vegerin malên xwe û girtiyan serbest berdin.
	Qedrî Cemîl piştrast kir ku muzakere tenê di navbera her du aliyên Sûriyeyê de ye û gelek bendan digire nava xwe.
	Tê payîn her du alî biçin Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê.

 
				 
				 
				 
				 
				





