Meclisa Jinan a DBP’ê encamnameya civîna xwe aşkera kir

  • 14:36 6 Gulan 2024
  • Ramyarî
 
AMED - Meclisa Jinan a DBP’ê encamnameya civîna xwe aşkera kir û got: "Li dijî êrişên li dijî destkeftiyên jinan û têkoşîna birêxistinkirî, em ê bi dirûşma jin, jiyan, azadî li her qadê bin û piştevaniya jinan mezintir bikin."
 
Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî encamên Hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî yên 31’ê Adarê, di 4’ê gulanê de civîn li dar xistibû. Civîn di tevahiya rojê de berdewam kir, encamên hilbijartinê, geşedanên piştre qewimîn, êrişên li dijî destkeftiyên jinan û xeta têkoşînê hatibûn nîqaşkirin. 
 
Meclisa Jinan a DBP’ê danezana encama civînê bi sernavê “Li dijî êrişên ser destkeftiyên jinan û têkoşîna birêxistinkirî, em ê bi dirûşma jin, jiyan, azadî li her derê bin” parve kir. 
 
'Daxwaza jiyaneke nû bi ser ket'
 
Di danezanê de hat gotin ku pêvajoyeke girîng li pey xwe hiştine û wiha hate gotin: “Di hilbijartinê de Tifaqa Cumhur tevahiya hêza dewletê seferber kir û encamên derketin holê, ji bo têkoşîna wekhevî, azadî û demokrasiyê qonaxeke nû û xurt derxist holê. Îktîdara AKP-MHP’ê ku gelê kurd, destkeftiyên jinan û têkoşîna wan hedef digire, xwest bi vê hêzî civakê bifetisîne lê herî zêde bi saya berxwedana di van qadan de di hilbijartinê de winda kir. Li hemberî îktîdara ku xwest bi rêya hilbijêrên qeyûm îradeya gelê kurd xesp bike û bi tifaqên dijminatiyê li kurdan û jinan dikin re ji xwe re qadê veke, daxwaza guherînê ya civakê û daxwaza jiyaneke nû ya demokratîk bi ser ket.” 
 
Israrkirina polîtîkayên şer 
 
Bi domdarî hat gotin ku di mijarên siyasî û aborî yên cîhan û Rojhilata Navîn de lêgerînên nû derketine pêş û dê korîdorên enerjiyê yên heyî diyarker bin. Danezan, wiha domiya: “Di pêvajoyeke ku şer û tundî tekane vebijêrk tê nîşandan de hewcehî bi dengekî xurt û têkoşîneke xurt a li dijî şer heye. Îktîdara ku demekî kin piştî têkçûna di hilbijartinan de ji bo şerê li derveyî sînor çû serdana Bexda û Hewlêrê, parçeyeke van polîtîkayên israra di şer de ye. Rejîma tecrîdê ku li şûna çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd hatiye tercîhkirin, berdewamiya vê polîtîkayê ye. Lê weke ku di demên berê de jî hatiye tecrubekirin, yên di polîtîkayên şer de israr kirin winda kirine. Ji ber polîtîkayên şer li welêt xizaniyeke mezin çêbû, dijberiya di nava civakê de zêde bû û derhiqûqî roj bi roj zêdetir dibin. Polîtîkayên înkar û pişaftinê îflas kirine û ya ku bi îktîdarê daye windakirin jî ev polîtîkaye ne. 
 
Dijminatiya li hemberî jinan
 
Di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de li Kurdistanê têkoşîna birêxistinkirî ya jin û ciwanan hedef hate girtin, tundiya biunîforma, polîtîkaya necezakirinê û amûrên şerê taybet ên weke tiryakê hatin bikaranîn. Di demekî nêz berê de tacîz, destdirêjî û êrişên çawişên pispor ên li Wan û Şirnexê, baş nîşan didin bê ka hêzên ewlekariyê li Kurdistanê pozîsyoneke çawa girtine. Pergala me ya hevserokatiyê û modêla nûnertiya wekhev ku me li dijî mêrê serdest û siyaseta wan ava kirine, hedef hatin girtin. Li dijî polîtîkayên dijminatiya jinê û tifaqên di çarçoveyê vê de, jinan li qadan, kolanan û bi felsefeya jin, jiyan, azadî ev pêvajo birêxistinkirin û birêve birin. 
 
Parastina pêşerojê
 
Pirsgirêka sereke ya welat pirsgirêka kurd e û di mijara çareserkirina vê pirsgirêkê de îktîdarê serî li polîtîkayên şer da. Ji ber vê yekê her devera welêt veguherand qada tundiyê. Li dijî vê îktîdarê, di serî de gelê kurd, jin, ciwan, kedkar û teqawidan ji bo welatekî demokratîk û civaka exlaqî û polîtîk helwest nîşan dan. Di 8’ê Adarê de, di Newroz, 31’ê Adarê û 1’ê Gulanê de bi milyonan kes ji bo ked, azadî, wekhevî û demokrasiyê bûn yek deng û pêşeroja xwe parastin. 
 
Mezinkirina piştevaniyê
 
Weke Meclisa Jinan a DBP’ê em avakirina pergala ekolojîk, demokratîk û azadîxwaziya jinê weke berpirsyartiyek dibînin. Li dijî êrişên li dijî destkeftiyên jinan û têkoşîna birêxistinkirî, em ê bi dirûşma jin, jiyan, azadî li her qadê bin û piştevaniya jinan mezintir bikin. Ji bo tecrîd bi dawî bibe ku komkujiya hiqûqê ye, pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin û azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan ku muxatabê esasî yê çareseriyê ye, em ê siyaseta xwe ya jiyan û aştiyê bidomînin.”