Komîsyona meclîsê ji bo rewşa dawî ya raporê dicive
- 16:11 17 Sibat 2026
- Ramyarî
ENQERE - Komîsyona Meclîsê ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ava bû, ji bo nirxandin û dengdana li ser rewşa dawî ya raporê sibe saet di 11:00 de dicive.
Civîn wê bi serokatiya serokê komîsyonê Nûman Kûrtûlmûş pêk were. Hevdîtin wê li Meclîsa Millet a Mezin a Tirkiyeyê bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî yên li nava komîsyonê bê lidarxistin.
Li gorî agahiyan, civîna komîsyonê ya sibe wê bibe civîna dawî.







