Pêşniyarên di raporê de heyî!
- 14:24 18 Sibat 2026
- Ramyarî
ENQERE - Mafê hêviyê di rapora hevpar a Komîsyona Meclisê ku 60 rûpelan pêk tê de cih negirt lê di çarçoveya biryarên DMME'yê de cih girt. Her wiha hate diyarkirin ku dê ji bo endamên PKK'ê jî qanûnên taybet bên çêkirin.
Komîsyona Demokrasî, Xwîşk-Biratî û Hevgirtina Mîllî civîna xwe ya dawî ya 21'an li dar xist. Di civînê de rapora hevpar hat nîqaşkirin. Rapora hevpar ji 60 rûpel û 7 xalan pêk te.
Rêziknameyên qanûnî yên derbarê PKK'ê de
Di raporê de xwefesixkirina PKK'ê wekî qonaxa herî girîng a pêvajoyê destnîşan dike. Her wiha hat diyar kirin ku divê fesixkirina PKK'ê ji aliyê kesên dewletê erkdarkirine ve were tespît kirin. Pêvajoya çekdanînê wekî destpêka çarçoveya qanûnî û siyasî tê binavkirin. Rapor dibêje ku divê mekanîzmayek çavdêrî û raporê di nav şaxa rêveberiyê de were damezrandin da ku pêşveçûna saxlem a pêvajoyê misoger bike. Di pêvajoya xwe fesixkirin û çekdanînê PKKê de rêziknameyên qanûnî hewce ne û li ser vê mijarê lihevkirinek giştî heye. Li ser pêdivî ye ku di pêvajoya tasfiyekirina tevahî ya rêxistinê û radestkirina çekan de rêziknameyên qanûnî werin çêkirin li ser vê yekê li hevkirin heye.
Qanûnên taybet
Rapor ji bo entegrekirina PKKê di jiyana civakî de çarçoveyek qanûnî ya taybetî pêşniyar dike û dibêje divê pevçûn bi tevahî bigihîje bingehek qanûnî û siyasî da ku dawiyek mayînde misoger bike. Ji bo xurtkirina entegrasyona civakî were misogerkirin, pêdivî bi rêziknameyek qanûnî ya taybet, serbixwe û demkî heye ku pêvajoyê û encamên wê birêve bibe. Tê pêşniyar kirin ku qanûna serbixwe ya ku bi pêvajoya bêçekbûnê re were çareser kirin, têra xwe berfireh be ku encamên pêvajoyê bi tevahî ji holê rake û zemîna siyaseta demokratîk xurt bike.
Ji bo kesên pêvajoyê bi rê ve dibin qanûnên ewlehiyê
Her wiha di raporê de ji bo kesên di pêvajoyê de cih girtine û bi rê ve dibin jî ji aliyê qanûnî ve ewlehiya wan pêk were cih digire. Her wiha yên di komîsyonê de hatinê guhdar kirin ji bo wan jî qanûnên ewlehiyê dê derbikevin.
Mafê heviyê weke nav di raporê de cih negirt
Di raporê de mafê heviyê weke nav cih negirt. Lê mafê heviyê jî di çarçoveya biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) de ji bo kesên cezayê muebedê girtine sererastkirinek pêk were bi vî awayî di raporê de cih girtine.
Sepanên qeyiman
Sepana qeyiman jî di rapora hevpar de cih girt. Li gor rapora hevpar êdî dema hevşeredarek ji peywîrê bê dûrxistin şûna wî qeyim nayê tayinkirin û meclîsa şeredariyê dê di nava xwe de kesekê peywîrdar bike.







