Li Wanê mitînga ‘Ne tecrîd dê azadî bi ser bikeve’ destpê kir

  • 19:07 23 Tebax 2025
  • Rojane
 
WAN - Li Wanê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de mitînga bi dirûşmeya “Ne tecrîd dê azadî bi ser bikeve” destpê kir.
 
Li Wanê ji aliyê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve mitînga bi dirûşma “Ne tecrîd dê azadî bi ser bikeve” tê lidarxistin. Di mitînga di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de wê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û aktivîsta TJAyê Gultan Kişanak biaxivin.
 
Di mitîngê de hunermend Xecê û Aylîn Demîrkaya derkevin ser dîkê.
 
Mitîng niha bi axaftinan dewam dike.