
Hesabê X'ê yê Yenî Yaşamê hat astengkirin
- 13:39 5 Îlon 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Cara sêyemîn hesabê X'ê yê Yenî Yaşamê hate astengkirin.
Hesabê X'ê yê Rojnameya Yenî Yaşamê cara sêyemîn hate astengkirin. Tu hincet ji bo astengkirinê nehat nîşandan. Berê jî du caran hesabê Xê yê rojnameyê hatibû girtin.
Hesabê nû yê rojnameyê ev e: https://x.com/gazeteyeniyasam
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê jî li ser hesabê xwe yê Xê nerazîbûn nîşanî astengkirina hesabê Yenî Yaşamê da û got ku ew ji sansurê re dibêjin na.