KASED’ê 6’emîn salvegera xwe pîroz kir
- 21:16 7 Îlon 2025
- Rojane
AMED - KASED’ê 6’emîn salvegera damezrandina xwe bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ pîroz kir.
Komeleya Çand Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) ku di 2019’an de ji aliyê hunermend û rewşanbîran ve hat amadekirin 6’emîn salvgera xwe bi konserekê pîroz kir. Konser li Konaxa Cemîl Paşa a Sûrê pêk hat û gelek saziyên çand-hunerê, rêxistinên partiyên siyasî û civaka sivîl tevli bûn. Di konserê de sînevîzyonek ku xebatên KASED’ê vedigot hat nîşandan. Di konserê de bê navber dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ hat berzkirin.
Hunermendên di têkoşîna azadiyê de cih girtine
Seroka KASED’ê Salîha Ayata axivî û da zanîn ku KASED saziyek 6 saliye lê 34 sale li Kurdistan û Tirkiyeyê di qada çand û hunerê de xebatan dimeşîne. Salîha Ayata wiha vegot: “Hîna jî li ser çand, ziman û hunera me zext hene. Ev 6 sale em li dijî vêdi çarçoveya berfireh de jî 34 sale li dijî astengiyan têdikoşin. Ligel vê destkeftiyên me yên mezin hene. Bedelên mezin yên hatine dayîn hene. Hozan Mizgîn, Ferîde, Delîla û gelek hevalên me yên din. Em wan bibîr tînin û wê têkoşîna wan bidomînin. KASED li dijî tundiya li ser çandê sekinî. Gelê Amedê, jin xwedî li KASED’ê derketin.
Salîha Ayata di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku tevgera jinên Kurd 30 sale li her çar parçeyê Kurdistanê û cîhanê serkeftinên mezin bi dest xistine û got: “Hîna jî têkoşîna xwe didomîne. Bijî çand, ziman û hunera Kurd. Jin jiyan azadî.
Piştre hunermend Ruken Yilmaz derket ser dîkê. Konser bi govendê bidawî bû.