
Partiya Çep a Ewropayê ji bo 'Mafê Hêviyê' bang li Konseya Ewropayê kir
- 13:13 10 Îlon 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çep a Ewropayê ji bo naskirina 'Mafê Hêviyê' ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nameyek ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şand û xwest, gavên bi biryar biavêje.
Serokê Giştî yê Partiya Çep a Ewropayê ku temsîla 26 partiyên çep ên welatên Yekîtiya Ewropayê dike Dr. Walter Baier ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê Dr. Ian Borg re nameyek şand.
Di nameyê de ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê hate xwestin, ku di mijara 'Mafê Hêviyê' de gavên bi biryar biavêje.
Her wiha işaret bi biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hate kirin ku ji ber binpêkirina mafên Abdullah Ocalan gelek caran Tirkiye şermezar kiriye.
Serokê Partiya Çep a Ewropayê binpêkirina 'Mafê hêviyê' bi bîr xist û destnîşan kir ku ji bo bicihanîna van biryaran, bidawîkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û avakirina mekanîzmayên berdanê yên gengaz, rûniştina 15'ê Îlonê firsendeke krîtîk e.
Di nameyê de hate gotin, "Ocalan di heman demê de ji bo xwerêveberiya demokratîk û aştiyê ya li herêmê muzakerevanê sereke ye.
Azadî û tevlîbûna wî ne tenê ji bo edaletê, her wiha ji bo aştiyeke mayinde, demokrasî û aramiYê jî pêwîst e û girîng e. Em bi rêzdarî ji Komîteya Wezîran dixwazin ku ji bo Tirkiye hurmetê nîşanî mafên mirovan û serweriya hiqûqê bide, bi lez bikeve nava liv û tevgerê."
EUTCC’ê ji bo ‘Mafê Hêviyê’ bang li Konseya Ewropayê kir
Komîsyona Welatiyên Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê (EUTCC), der barê biryara ‘Mafê Hêviyê’ de ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, Nûnerên welatên Konseya Ewropayê, Komîteya Pêşîlêgirtina...