
Ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan meş
- 12:37 22 Îlon 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ji Hesekê, Efrîn û Serêkaniyê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke girseyî li dar xist.
Kongra Star a bajarê Hesekê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist. Meş bi dirûşma "Jin jiyan Azadî, wê mafê hêviyê pêk bê" hat organîzekirin. Bi hezaran jinên ji Şedadê, Hol, Dirbêsiyê, Til Birak, Til Temir, Erîşa, kampa Waşûkanî, Serêkaniyê û koçberên Efrînê tev li meşê bûn.
Meşê ji Çerxerêya Merşo ya Hesekê dest pê kir, heya Çerxerêya Azadiyê dom kir. Di meşê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin bilindkirin û gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” hatin berzkirin.
Piştî ku girseya meşê gihişt Çerxerêya Azadiyê, meş guherî mîtîngê û li wir endama Koordînasyona Kongra Star a bajarê Hesekê Xalîde Botî axivî.
Xalîde Botî diyar kir ku divê jin deng û têkoşîna xwe bilind bikin ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û wiha got: “Banga Rêber Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê û civaka demokratîk li cîhanê belav bûye. Divê em jî têkoşîna xwe xurttir bikin, da ku ev pêngava aştiyê bi ser bike."
Xalîde Botî destnîşan kir ku nameya Rêber Abdullah Ocalan şandiye, ji bo hevgirtina di nava tevahî pêkahteyan de bi taybet kurd û Ereban de xurttir bibe û wiha axaftina xwe domand: "Divê tevahî pêkhate û netew hevgirtina hevdu bikin. Hemî şer û siyaste ku tê meşandin ji bo qirkirina gela ye."
Xalîde Botî wiha behsa komkujiya Dêr Hafirê jî kir û got: “Eger em li dîrokê meyze nekin, wê her roj dagirker gelê me bidin qirkirin. Em ê li hemberî van hemî kiryaran û siyasetên ku li dijî gelê me didin meşandin, bê deng nemîn. Em ê heya dawiyê têkoşîna xwe bidomîn da ku em bigihêjin azadiyê."
Her wiha endama Rêveberiya kongra Star a bajarê Şedadê Emîre Seid jî destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan ev 26 sal in di zîndana îmraliyê de ye. Divê mafê Rêber Abdullah Ocalan a hêviyê pêk were û tecrîd bi dawî bibe û wiha got: "Tu carî jin wê gavan paş navêje û heya azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger nebe, wê her li qadan bin."
Meş bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.