Li Enqereyê banga azadiya Abdullah Ocalan hat kirin

  • 10:22 7 Cotmeh 2025
  • Rojane
ENQERE - TJA'yê di roja 7'an a meşa bi dirûşma “Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin” tê lidarxistin ku gihişt Enqereyê, ji bo pêkhatina aştiyê, xwest Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên were pêkanîn.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) ku bi dirûşma “Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin” di 1'ê Cotmehê de ji Amedê ber bi Enqereyê ve meş dabû destpêkirin û meş di roja 7'an de li Enqereyê berdewam kir. Jinên di nav de Aktivîsta TJA Sebahat Tuncel, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û endamên sazî û nûnerên Platforma Saziyên Demokratîk tê de, li Guvenparkê hatin li gel hev. 
 
Girseyê li vir, dirûşmeyên  “Jin Jiyan Azadî, azad bike Rêbertî”, “Mafê heviyê nayê astengkirin”, “Azadî azadî azadiya Rêbertî”, “Mîmarê aştiyê li Îmraliyeyê”, “Silav silav hezar silav ji Îmraliyê re”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”  û “Mafê heviyê mafê Gelan e” berz kirin û pankarta “Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin”  vekirin. Nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji meşvanan re şandiye ji hêla Zeynep Karayilan ve hat wendin. Heya name were xwendin girse bi berzkirina dirûşmeyan û stranan daxwaza azadîya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî kirin.
 
Aktîvîsta TJA'yê Sebahat Tuncel di daxuyaniyê de anî ziman ku şer herî zêde bandorê li ser jinan dike û wiha got: “Aştî ji bo me ne tenê daxwazeke, lê pêdiviyek e. Em ji hemû kesên piştgirî didin meşa re spas dikin. Em jin li dijî serdestiya pergala zilam bin. Ji bo wê li Rojava heta hemû cihanê em piştgiriya jinan xurt dikin û dibêjin, Jin Jiyan Azadî. Li her derê ku em meşiyan. Gel dibêje ‘em aştiyê dixwazin lê ji dewletê bawer nabin’. Me jî daxwaza wan anî Enqreyê. Divê dewlet jî ji bo aştiyê berpirsyariya xwe bi cih bîne. Gelê me, malbatên me yên bi nirx û Gelê Kurd, tevî hemû êşan dibêje aştî. Em jî wek TJA, dê dosyayeke ku daxwazên me di nav de cih digrin, pêşkeşî partiyên siyasî bikin. Werin vê carê em aştiyê pêkan bikin. Me di serî de serdana Girtîgeha Sîncanê kir. Ji bo aştiyê divê di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî werin berdan. Birêz Abdullah Ocalan dibêje ya girîng Azadiya gel e. Ew pir bi wateye. Tevî 26 sal in di girtîgehê de ye Azadiya gel dixe pêşiya azadiya xwe. Em jî weke jinên Kurd dibêjin, azadiya birêz Ocalan azadiya gelê Kurd e. Ji bo aştiyê, jî divê aktorê sereke azad be. Heke dê aştî û biratî pêk were ev dê bi wekheviya gelan pêkan be. Bi berdana girtiyên siyasî pêkan e. Em li vir careke dibêjin hevalên me yên di doza Kobanê de girtî ne, berdin.”
 
 
Di berdewama axaftina xwe de Sebahat Tuncel diyar kir ku êrişa Helebê êrişa li dijî Gelê Kurd e û axaftina xwe wiha domand: “Gumanên gel hene û dibêjin, li pişt vê êrişe Tirkiye heye gelo? Ji ber ku Tirkiye li wir her tim piştgirî da hezên cîhadîst. Em jî dibêjin, piştgiriya aştî û çareseriyê bikin. Li rex Şoreşa Rojava cih bigrin. Heke hûn êrişî Rojava bikin, birayên wan yên li vir nasekinin. Em ji bo gelê Filîstinê jî meşiyan. Em careke din dibêjin ku em li rex gelê Filîstînê ne. Divê Netanyahu demildest li ser xaka Filîstînê derbikeve û gelê Fîlîstînê azad bibe. Yên ku herî zêde gelê Filîstînê fêm dikin em in. Em ji bo aştiyê hatin Enqereyê. Divê ew fersend vê carê baş be bikaranîn. Birêz Ocalan di peyama ji me re şand de jî dibêj, ‘Ez muzakereya demokratîk’ diparêzin. Muzakereye demokratîk ne tenê pêkanîna gotina desthilatê ye, pêkanîna gotina hemû kesan e. Divê desthilat vê yekê pêk bîne. Komîsyon divê demildest biçe gravê û ji bo berdana çekan, qanûnên pêwîst derxîne.”
 
Piştî daxuyaniyê, girsê ji bo tev li civîna koma DEM Partiyê bibe derbasî Meclisê bû.