
Şukran Tugay: Dayika min ji bo aştiyê çû Enqereyê lê hat qetilkirin
- 09:04 8 Cotmeh 2025
- Rojane
Elfazî Toral
STENBOL- Keça dayika aştiyê Meryem Bulut, Şukran Tugay da zanîn ku dayika wê ji bo aştiyê çûye Enqereyê lê hatiye qeitlkirin û got: “Dayika min bi coşeke mezin çû Enqereyê lê ew qeitl kirin. Ez şopdara doza dayika xwe me.”
Bi hezaran kes ji bo Mîtînga Ked, Demokrasî û Aştiyê ya 10’ê cotmeha 2015’an ji Tirkiye û Kurdistanê çûn Enqereyê. Lê di mîtîngê de ji 100’î zêdetir kes hatin qetilkirin û bi sedan kes jî birîndar bûn. Yek ji kesên hatin qeitlkirin Dayika Aştiyê Meryem Bulut bû. Meryem Bultu ku ji bo aştiyê derket rê di riya aştiyê de hat qetilkirin. Cenazeyê Meryem Bulut di 12’ê cotmehê de li Êliihê li goristana Îkîztepe ligel neviyê wê hat definkirin.
Meryem Bulut ku li Êlihê dijiya gund bi gund digeriya li ser erdan dixebitî û li zarokên xwe dinêrt. Piştî darbeya 12’ê îlonê koçî Îskenderunê dikin. 25 salan li wir dijîn. Piştre bi malbata xwe re koçî Stenbolê dikin. Bi zextên dewletê re tên rûhev û li dijî vê dest bi têkoşînê dike. Kurekê wê çiyane û neviyê wê jî li Kobanê jiyana xwe ji dest dide. Meryem Bulut li Qada Galatasarayê û li gelek qadên din di eniya pêş de têdikoşe. Ji bo aştiyê dibe mertala zindî û carnan li Şirnex, carna li Licê, carnan li Cudî, Stenbol û Enqereyê bû. Bi awayekî aktîf di dayikên Aştiyê de jî cih digire.
Meryem Bulut di komkujiya 10’ê cotmehê de li Enqereyê tê qetilkirin. Keça wê Şukran Tugay di salvegera qetilkirinê de dayika xwe vegot.
‘Dayika min ji bo her kesî heval bû’
Şukran Tugay dayika xwe wiha vegot: “Dayika min ji bo li zarokên xwe binêre bi salan xebitî. Zarokên wê mezin bûn ji bo gelê xwe xebitîn. Piştî birayê min çû çiya dayika min dest bi têkoşînê kir. Ne tenê ji bo zarokên xwe ji bo hemû zarokên gelê xwe têkoşîn meşand. Çi ji destê wê hat kir. Li dijî şer li Licê bû mertala zindî. 40 rojan li Licê ma û piştre hat Enqereyê. Em çûn ser gora xaltîka min. Dayka min wê demê got ‘ez ji Enqereyê vegerim ez ê biçim cem Dayika sakîne û tevli mertalê zindî bibim.’Dayika min li malê runedinişt. Heta Kobanê çû. Dayika min her tim digot ez ê li dijî şer têbikoşim. Bandora dayika min ya li ser min pir mezin bû. Têkoşîna wê riya me ronî dike. Dayika min ji bo her kesî rêheval bû. Jinek bi edalet bû. Her kesî jê hez dikir, li hember wê rêzdar bûn. Hevalên wê yên li Licê digotin wekê em 40 sale wê nas dikin.”
‘Bi coş û hêvî çû Enqereyê’
Şukran Tugay destnîşan kir ku dayika wê bi salan ji bo aştiyê têkoşîn daye û wiha bi lêv kir: “Ji bo mîtînga aştiyê çû Enqereyê û li wir hat qetilkirin. Dayika min têkoşîna Dayikên Aştiyê de cih digirt. Di çalakiyên ji bo aştiyê de cih girt. Digot ez ji bo aştiyê diçim Enqereyê. Şahidên komkujiyê dema ew rojan vedigotin, digotin hîs kiribûn ku wê tiştek bibe. Ji ber yek polîsek li qadê tunebû. Bi hevkarî kesên ku aştî dixwestin qetilkirin.”
‘Em ê şopdarê dozê bin’
Şukran Tugay diyar kir ku ew xwedî li têkoşîna ‘aştiyê’ ya dayika xwe derdikeve û got: “Riya wan riya me ye. Em aştiyê dixwazin. Lê heta îro kê aştî xwest qetil kirin. 10 sale em doza xwe dimeşînin. Di runiştinan de digotin me tedbîr girtine. Lê em bawer nakin. Ji ber tedbîr nehatibûn girtin. Şahid vedibêjin. Heta ez hebim ez ê pêşa vê dozê bernedim. Ez ê heta dawî têkoşîna xwe bidomînim.”