Bernameya bîranîna Komkujiya 10'ê Cotmehê hat aşkerakirin
- 13:04 8 Cotmeh 2025
- Rojane
ENQERE - KESK, DÎSK, TTB, TMMOB û Komeleya Astiyê ya 10ê Cotmehê bernameya bîranîna 10ê Cotmehê aşkera kirin.
Sendîkaya Kedkarên Şoreşger (DÎSK), Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Cameweriyê (KESK), Odaya Mîmar û Muhendîsên Tirk (TMMOB), Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Komeleya Aştiyê ya 10'ê Cotmehê, bernameya salvegera 10'emîn a komkujiya 10'ê Cotmehê ya Garê ya Enqereyê bi daxuyaniyeke aşkera kir. Bernameya bîranînê li eywaneke navçeya Çankayayê hat aşkerakirin. Li eywana ku bernamê hat aşkerakirin pankarta li ser, “Me 10'emîn salvera komkujiya 10'ê Cotmehê ji bîr nêkir û ji bîr nakin” dinivisî daliqandin.
Di destpêke de Sekretera Giştî ya KESKê Sevgî Yilmaz axivî. Sevgî Yilmaz konkujî bi bîr xist û got: “Ji bo aştî pêk were û Tirkiye bibe welatekî demokratîk têkoşîna xwe bidomînin. Divê jin, ciwan û hemû kes xwedî li aştiyê derbikevin.”
Nûnera Anatoliyaya Navîn a DÎSKê Bîrgul Kaya jî destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin û got ku ew behtir bi biryar in û windahiyên xwe ji bîr nakin.
Sekreterê Giştî yê TMMOBê Ozgur Topçu jî diyar kir ku tu berpirsyarên komkujiyê nehatin darizandin û ev tişt gotin: “Em jî tu car ji bîr nakin û nadin jibîrkirin. Heta aştî û azadî li vî welatî pêk were em ê têkoşîna xwe bidomin.”
Sekreterê Giştî ya TTB'ê Onder Okay jî bang li welatiyan kir ku tevlî bernameya bîranînê bibin.
Bernameya bîranîna Komkujiya 10'ê Cotmehê
Ji Komeleya Aştiyê ya 10'ê Cotmehê Can Ateş jî bernameya bîranînê aşkera kir. Bernameya bîranîna 10'ê Cotmehê wiha ye: “Di 10'ê Cotmehê seat 9'an de girse wê li taxa Konur a navçeya Çankayayê werin li cem hev û li wir wê derbasî Gara ku cihê komkujiyê bû bibin. Li wir bernameya bîranînê wê bê lidarxistin. Di seat 10.30'an de jî girse wê ji Garê ber bi Edliyeyê ve bimeşin. Di seat 18.30'an de jî li avahiya Odeya Mihendîsên Makînayê panel wê be li darxistin. Di 12'yê Cotmehê de jî di seat 11.30'an de li Goristana Karşiyaka bernameya bîranînê were lidarxistin. ”