
'Manîfestoya Civaka Demokratîk komplo vala derxist’
- 13:13 9 Cotmeh 2025
- Rojane
AMED - DBP’ê têkildarê komploya navneteyî daxuyaniyek da û diyar kirin ku Manîfestoya Civaka Demokratîk, komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vala derxistiye.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyanî da,
DBP’ê, di daxuyaniya xwe ya bi sernavê “Manîfestoya Civaka Demokratîk komploya navneteweyî vala derxist” de wiha got:
“Komploya Navnetewî ya ku ji aliye hêzên herêmî û hêzên hegomon ve di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî birêz Ocalan ket meriyete 27 sal li pey xwe hişt. Pêvajoya ku bi derketina birêz Ocalan a ji Sûriyê ve dest pê kir, hêj jî bi encamên ku derxist holê ve hem di qada navnetewî û hem jî di qada gerdûnî de rê li ber geşedanên siyasî û civakî vedike. Komploya ku bi hevkariya hêzên herêmî û navneteweyî hat plankirin, wek yek ji encamên hewldanên ku pirsgirêka Kurd kûr bike û lêgerîna çareseriyê têk bibe, hat pêşxistin. Hêzên ku sed sal beriya niha sînorên Rojhilata Navîn diyar kirin, vê carê li dijî paradîgmaya netewa demokratîk a ku ji gelan re jiyaneke alternatif pêşkeş dikir, ketin nav liv û tevgerê. Bi gotineke din; ji bo pergala netew-dewletî hebûna xwe biparêze û îxtîmala veguhastina demokratîk ji holê bê rakirin, komploya navnetewî ket meriyetê.
Komplo, ji aliyê hêzên wekî Amerîka, NATO û hin welatên Ewropî ve li hat plankirin û Tirkiye jî wek birêvebirê pêvajoyê bû perçeyê vê planê. Armanc ew bû ku; têkoşîna rewa ya gelê Kurd bê tasfiyekirin, pêşî li hêzên demokratîk ên Rojhilata Navîn bê girtin û statukoya navendî ya hêzên netew-dewletî bê parastin. Ji ber vê yekê, komplo ne tenê li dijî gelê Kurd, di heman demê de li dijî gelên azadîxwez ên Rojhilata Navîn jî wek êrîşeke stratejîk bû. Lê, Birêz Ocalan, di girtîgeha Îmraliyê de li gel şert û mercên tecrîda giran, bi pradîgmaya xwe ya ‘’Civaka Demokratîk’’ ve di warê birdozî û siyasî de komploya navnetewî vala derxist. Bi perspektîfa çareseriyê ve Birêz Ocalan, ji bo azadiya jinê, ji bo hevsengiya ekolojîk û ji bo pêşeroja hevpar a gelan li ser esasên demokrasiye alternatîfeke bi hêz pêşkeş kir.
Îro ji Rojava heya Bakur, ji Başûr heya tevahiya Rojhilata Navîn hêzên demokratîk li ser perspektîfa birêz Ocalan xwe bi rêxistin dikin, li dijî înkar û êrişên pergala netew-dewletan modelên jiyana nû ya azad kêlî bi kêlî ava dikin. Li gel vê rastiyê û li gel tevî hewldanên çareseriyê yên birêz Ocalan, ev 27 sal in li Girava Îmraliyê hewldanên tesfiyekirinê bê navber didomin. Di şexsê birêz Ocalan de hêviya jiyana hevpar a gelan, hêviya civaka demokratîk û aştiyê tê tecrîdkirin. Qeyran, şer û bêîstîqrariya ku îro li Rojhilata Navîn kûr dibin, nîşan didin ku komplo çawa bi her awayî ve didome. Ji ber vê yekê jî, ji bo jiyaneke azad û wekhev divê ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk’ a birêz Ocalan wek nexşerêya çareseriyê bê dîtin.
Em jî wek Partiya Herêmên Demokratîk car din diyar dikin ku; li dijî siyaseta şer û talanê ya netew-dewletiyê, banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a birêz Ocalan bersiva herî bihêz e. Hêzên komploger ji bo gelan şer, hilweşandin, xizantî û dagirkeriyê rewa dibînin. Lê, li hemberî vê pergalê birêz Ocalan wekheviyê, jiyaneke azad û demokrasiya rasteqîn pêşkeş dike.
Bi vê mabestê em bang raya giştî ya Kurdistan, Tirkiye û navnetewî dikin ku xwedî li banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a birêz Ocalan derbikevin. Her wiha divê neye jibîrkirin ku; heya ku birêz Ocalan azad nebe, li Rojhilata Navîn aştî û îstîqrarî wê mayînde nebe. Ev rastiyeke dîrokî ye.”