
Girtiya 78 salî Besê Ecer bi mirinê re rû bi rû hat hiştin
- 13:52 9 Cotmeh 2025
- Rojane
MÊRSÎN - Besê Ecer a ku felc derbas kiriye û nikare bi tena serê xwe bijî, ev çar roj in ji nexweşxaneyê re nayê sewqkirin û li revîra girtîgehê tê sekinandin.
Metirsiyên li ser rewşa tenduristiya girtiya nexweş Besê Ecer a 78 salî ya li Girtîgeha Girtîya Jinan a Tarsûsê tê rehîngirtin, gelekî zêde bûne. Hate ragihandin ku di laşê Besê Ecer a ku nexweşa kêmxwînî, diyabet, tansiyon û kolestrolê ye de tumor, di mejîpişta wê de hestiyek şikestiye û di pişta wê de fetq heye. Her wiha li ser rehmê wê daneyên vîrutuk hatine tespîtkirin.
Hate ragihandin ku Besê Ecer a ku felc derbas kiriye û nikare bi tena serê xwe bijî, ev çar roj in ji nexweşxaneyê re nayê sewqkirin û li revîra girtîgehê tê sekinandin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Mersînê Alî Bozan, di daxuyaniya xwe ya li pêşiya Girtîgeha Kampusê ya Tarsûsê de diyar kir metirsiyên li ser jiyana Besê Ecer zêde bûne û bang li rayedaran kir û got: "Dayika me Besê, 78 salî ye. 9 rojan li venêrîna awarte û çar rojan jî li serwîsa nexweşxaneyê maye. Tevî ku tê zanîn ew nikare bi tena serê xwe bijî jî ew dubare birin girtîgehê û hema bibêjin li vir bi mirinê re rû bi rû hate hiştin. Ev deh roj in em serî li wezaretê didin. Parêzerê wê jî ji dadgeha Amedê re serladên kir lê belê ev deh roj in bersivek nehatiye dayîn. Ger serê nênûka Besê Ecer jî xwîn bibe berpirsiyarê wê yekê Wezareta Edaletê ye, yên ku daxwaznayê disekinînin serokê dadgheê û rêveberiya girtîgehê ne ku destûrê nadin ji nexweşxaneyê re were sewqkirin.’’