
Dayikên Şemiyê: Hikûmetê cesaret nedît ku bi rewşê re rûbirû bê
- 13:39 11 Cotmeh 2025
- Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê eqûbetaq Cemîl Kırbayir ku 45 sal berê di binçavan de winda bû pirsîn. Di çalakiyê de wiha hate gotin, "Hikûmetê cesaret nedît ku bi rewşê re rûbirû bê; bêcezatî bûye siyaseta dewletê."
Dayikên Şemiyê ji bo hefteya 1072-an a çalakiya xwe ya heftane li Qada Galatasarayê kom bûn û daxwaza eşkerekirina aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de winda bûn û hatin kuştin û cezakirina sûcdaran kirin. Vê hefteyê, çalakî li ser aqûbeta Cemîl Kirbayir, ku 45 sal berê li Qersê winda bû, hat lidarxistin. Li gel Dayikên Şemiyê, parêzvanên mafên mirovan jî beşdarî çalakiyê bûn. Beşdaran wêneyên xizmên xwe yên di binçavan de winda û qurnefîl hilgirtin.
Îkbal Eren di destpêka axaftina xwe de bi diyarkirina ku girtina dosyayên têkildarî windakirinên bi zorê ji ber dema demdirêj nîşan dide ku bêcezatî bûye polîtîkayeke dewletê, dest pê kir û diyar kir ku Cemîl Kirbayir, xwendekarekî 26 salî li Enstîtuya Perwerdehiyê ya Qersê, di 13'ê Îlona 1980'yî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve ji mala xwe ya li gundê Okçu yê Erdexanê hatiye binçavkirin. Îkbal eren wiha dewam kir, "Ew pêşî birin Alaya Piyade ya 247emîn a li Gole û bi qasî hefteyekê li wir ma. Piştre ew birin Daîreya Polîsan a Qersê û ji wir jî birin Enstîtuya Perwerdehiyê ya Qersê ku wekî navendeke binçavkirinê dihat bikaranîn. Malbata Cemîl Kirbayir ji bo ku di dema binçavkirina wî de hewcedariyên wî bi cîh bînin çûn navendan. Lêbelê, dema ku piştî 8'ê Cotmehê çûn navendê, ji wan re hat gotin, 'Kurê we reviyaye. Vegerin ku hûn lê bipirsin'. "
'Berî ku ez bimrim kurê min bibînin'
Îkbal Eren diyar kir ku giliyên sûc ên ku ji hêla Îsmaîl Kirbayir û Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê ve hatine kirin bê encam man û careke din ji Cemîl Kirbayir tu agahî nehatiye bihîstin û berdewam kir, "Di 5'ê Sibata 2011'an de, Berfo Kirbayir a 103 salî, endama Dayikên Şemiyê, li Qesra Dolmabahçeyê bi Serokwezîrê wê demê Recep Tayyip Erdogan re civiya. Wê serpêhatiyên xwe vegot û got, 'Berî ku ez bimrim kurê min bibînin.' Li ser talîmatên Erdogan Komîsyona Lêkolînê ya Parlamentoyê hate damezrandin. Piştî lêkolînek hûr, komîsyonê raporek 350 rûpelî amade kir. Di raporê de hate belgekirin ku Cemîl Kirbayir di dema binçavkirinê de ji ber îşkenceyê miriye û cenazeyê wî ji hêla rayedarên giştî yên ku bûne sedema mirina wî ve hatiye windakirin."
'Hikûmetê cesaret nedît ku bi rewşê re rûbirû bibe'
Îkbal Eren diyar kir ku piştî ku komîsyonê giliyê sûc ligel raporê li dozgeriyê kir, doz ji nû ve hate vekirin. "Lêbelê, hikûmetê cesaret nedît ku bi vî sûcê li dijî mirovahiyê re rûbirû bibê" û wiha dirêjî dayê "Piştî demek dirêj a nezelaliyê, di 25'ê Sibata 2020'î de, Wezareta Dadê serî li Dadgeha Bilind a Îstînafê da û daxwaza betalkirina dozê ji ber dema demdirêjiyê kir. 8'emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind ev daxwaz qebûl kir. Bi vî awayî, eşkerekirina aqûbeta Cemîl Kirbayir û hesabpirsîna kesên ku ev sûc kirine hate astengkirin."
'Dewletê dosya vekir û girt'
Piştre, parêzera dozê, Eren Keskin axivî û got: "Di sala 2011'an de, dema ku bi malbatan re civiya, Serokwezîrê wê demê Recep Tayyip Erdogan got, 'Min soz da Xaltîka Berfo, ez ê encama vê bûyerê eşkere bikin.' Bi rastî, di Komîsyona Mafên Mirovan a Parlamentoyê de komîteyek binî hate damezrandin. Em, polîs, karmend, leşker, malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane û parêzerên wê demê, hatin guhdarîkirin û ji bo cara yekem, vê dewletê raporek nivîsand û rapor kir, 'Min ev sûc kiriye.' Di encamê de, dosya, ku bi biryara dewletê hatibû girtin, ji nû ve hate vekirin. Hikûmeta AKP'ê bi kesên ku di salên 1990'î de sûcên mezin kirine re lihevkirinek mezin çêkir. Di encamê de, ev dosya dîsa hate girtin. Dosya bi biryara dewletê hate vekirin û dîsa bi biryara dewletê hate girtin. Em ê li gorî qanûnên navneteweyî li mafên xwe bigerin."
Çalakî bi danîna qurnefîlan li meydanê bi dawî bû.